Dr. Hussein Habasch, E-Mail:husseinhabasch@gmx.de,
http://www.drhabasch.wordpress.com
Ev nivîsara pêkêşî prînsêsan Viyan û Bêrîvanê ye.
Konjonktîv peyveke latînî ye „Coniuctivus“. Bi elmanî „Konjunktiv“, îngilîzî û firansiziya wê „subjunktive“, „subjonctif“ (1. Wiktionary, das freie Wörterbuch – Das Wikiwörterbuch. 2. Wikipedia. Internet) û bi rûsî weha tê navandin “soslagatelnoê naklonenîê“.
Di sê jêderên kurdînivîs de weha dabaşa wateya konyonktîvê hatiye: Qanatê Kurdo hemî formên wê bi „Wextên şertî“ nasandine (5. 199, 201 – 207). Kamêran Bedirxan navê „Raweya bilanî“ (Mode subjonctif) lêkiriye û weha wê dinasîne: Gava kirina ko lêker pêş me dike bi daxwazek an gumanek girêdayî ye, wek: Hey ko ez herim Wanê. Min dixwest ez bêm bat e. Min divê îşev ez herim Sîrtê. (3. 32). Peyva bilanî ji „bila“ hatiye, ji bilî „bila“ bêjeyên din jî hene, dinbine egera peydabûna konyonktîvê. Sadiq Behadîn Amêdî jî du wuşeyên erebî „sîxa înşayî“ di berhema xwe de raberkirî (7. 340, 339, 313 û di gelek rûpelên din de).
Bi kurdî min têrmîna (muteleh) latînî wergirt û li gor bilêvkirina kurdî „konyonktîv“ nivisî. Di jêderên kurdî de, yên bawer pêkirî, çawa xuyadibe, ta niha navekî standard jê re ne hatiye danan. Ev têrmîna „konyonktîv“ wek ez dibînîm, hemî formên kesandina lêkeran di demên konyonktîvî de digire; û ji aliyê din de jî cihdera wê ya latînî ji zimanê me re ne biyanî ye.
Di encama lêgerînê de li ser vê mijadê, ez gihîştim vê pênasînê: Konyonktîv raweya kesandina lêkeran e di morfologiyê de; bi saya wê hevok û demine nû di zimên de peydadibin.
Konyonktîv ji bona nîşandana daxwaz, mebest, merc (şert), vîn (divê), texmîn, tirs û dudilyê di kurdî de tê bikaranîn (2.197). Armanca her formeke konyonktîvê bi hûrî di jêderên zimanzanên mezin de hatiye numakirin (2.3.4.7).
Li gor heft jêderên serekîn – ji bilî yên min bi nav ne kirine -yên min di vê bendê de bikaranîne; ev demên konyonktîv di wan de hatine belavkirin: Q. Kurdo heft deman raberdike:
Wextê berê şertî:
– forma yekê: Ez biketama (5. 199)
– forma dudiyê: Ezê biketama (5. 200)
Wextê wê bê şertî:
– forma yekê: Ez bikevim (5. 202 – 203)
Wextê berê şert bargiran:
– forma yekê : Ez ketibûma (5. 205)
– forma dudiyê: Ezê ketibûma (5.06)
Wextê wê bê şertî bargiran :
– forma yekê: Ez ketibim (5. 206)
– forma dudiyê: Ezê ketibim (5. 207)
Di rûpela 203an de „Wextê wê şertî dudu di kurmancîda“ çawa formeke konyonktîvî hatiye nivisn, lê ez bawerdikim, ku ew çewtiyeke çapanî ye, çinkê ew di rûpela 202-an de wek dema tê hatiye jimartin (5. 202-203). Di jêdera rûsî de jî ew wek forma dema tê tê. (4. 171). Forma dudiyê: Ezê ketibim, li ba C. Bedirxan dibe: Dema tê ya dudiyê (1. 137) û di jêderên din de ew ne hatiye. Divê li vê formê bê lêgerandin.
Çerkezê Beko wan li ser pênc deman parvedike:
Dema niha-tê: Ez bikevim (2.197 – 200)
Dema borî-niha: Ez ketibim (2. 200 – 202)
Dema borî-tê: Ez biketama (2. 202- 204)
Dema borî: Ez ketibûyama yan ketibûma (2. 204 – 206)
Dema bor-tê ya şert: Ezê biketama (2. 206 – 208)
Di wergera elman de ya pirtûka Celadet Bedirxan û Roger Lescot bi awayê jêrîn konyonktîv hatiye nandan:
Konjunktiv Imperfekt: (bila) ez biketama (1. 122, 1. 124)
Konditional 1 : Ezê (ez dê) biketama (1. 122, 1. 125)
Konjunktiv Perfekt: (bila) ez ketibim (1. 138)
Konjunktiv Plusquamperfekt: (bila) ez ketibiwama (1. 138)
Konditional 2 : Ezê (ez dê) ketibiwama (1. 138 – 139)
Konjunktiv Präsens: (bila) ez bikevim (1. 143)
Di vir de herdu formên „Konditional“ wek demine xweser hatine, ew ne ketine nav klasifikesiya konyonktîvê.
Kamêran Bedirxan karê min asankiriye bi nivisna xweye kurdye bedew û bi dîtina têrmînan; wî jî weha ew di berhema xwe «Rêzana zmanê kurdî» de rêzkiriye:
Raweya hekînî, dema boîr:
– forma 1: Ez biketama (3. 42)
– forma 2: Ez dê biketama (3. 42)
Raweya bilanî (subjonctif)
– boriya berdest: Ez ketibiwam (3. 46)
Dema niha û paş:
– forma 1: Ez bikevim (3- 46)
– forma 2: Ko ez ketibim (3. 46)
Tsûkêrman jî di monografiya xweye taybet de, ya li ser lêkerên kurdî: “Oçêkî kurdskoy grammatîkî” bi vî rengî konyonkîvê di dawiya berhemê de dibelgehne:
Konjunktiv 1: Ez bikevim
Dema tê ya 2 (borîya şert) (bûdûşyê 2, proşêdş obûslovlênoê): Ezê biketama
Konjunktiv 2 (konyonktîva dema borî, proşêdşî konyunktiv): Ez biketama
Perfektni konjunktiv 1: Ez ketibim
Perfektini konjunktiv 2: Ez ketibûma (7. 235)
Sadiq Behadn Amd ji li şûna têrmîna konyonktîv „demê borî înşayî“ daniye (6. 336 …). Lêgervan konyonktîv li gel hem cûreyên lîkeran numakiriye.
Di wan jêderên li jor binavkirî de, ji bilî berhema S.B. Amêdî di hemiyan de peyva „ketin“ di demên konyonktîvê de bikaranne, lewma jî karê min hinekê asantir dibe, ku ez zimanê rûsî, elmanî û kurdî bi berhevdim û hewilbidim formeke kurdî yekbûyî ji wan derxim; ew bi xwe jî armanca vê nivîsarê ye.
Peyva « ketin » lêkereke nederbaz e, yekemn car E.B. Soan di pirtûka xwe de „Kurdish Grammar (Grammar of the Kurmanji of Kurdish Language, London 1913) bo herdu zaravên kurmancî; bakurî û başûrî bikaraniye, Weha Q. Kurdo dinivse (4. 193-194), paşê wê cihê xwe di konyonktîvê de girt û kî hat, ew wek mîna bikaranî.
Di cuda demên konyonktîv de ev bjeyina «Bila; mila, xwezil, xwesk, kêşka, eger, ger, heger, wekî, ku, gerek, lê … » berî kirdar cihn xwe di hevokên konyonktîvî de digirin.
Dema niha-tê (2. 197-200)
Konjunktiv Präsens (1. 143)
Dema niho û paşê, forma 1-ê (3. 46)
Dema niha-tê, forma sade (4. 195)
Wextê wê bê şertî (5. 202 – 203)
Konjunktiv 1 (7. 129, 235)
Ketin reha dem niha kev (jivirûhada rdn), reha dema borî (rdb) ket raweya fermanî (rf) bikeve
Ev forma bi raweya fermanî „bikeve + dawîneya cînavên kesanî peyda dibe, yan jî bi saya berlêkera bi + rdn kev + dawîneya cînavên kesan).
(bila, eger, l …) ez bikevim (bila, eger) tu bikevî (bila, eger) ew bikeve
(bila, eger) em, hûn, ew bikevin.
Forma neyînî,
ez nekevim tu nekevî ew nekeve
em, hûn, ew nekevin
Dema borî-niha (2. 200-202)
Konjunktiv Perfekt (1. 139)
Dema niha û paşê forma 2-yê (3. 46)
Wext wê bê şertî bargiranî (5. 206)
Forma dijwar a konyonktîvê di dema niha de (slojneya forma bûdûşêvo vremeni soslogatelnovo naklonenia) (4. 198-199)
Perfektini konjunktiv 1 (7. 235)
Ew ji parenga (Partizip) keti û rdn ya lêkera bûn + dawneyn cînavên kesanî peyda dibe (keti + b + im, … û htd…)
(ketin + bûn)
ez ketibim tu ketibî ew ketibe
em, hûn, ew ketibin.
Forma neyînî,
ez ne ketibim tu ne ketibî ew ne ketibe
em, hûn, ew ne ketibin
Dema borî-tê (2. 202-204)
Raweya hekînî, dema borî forma 1-ê (3.46) (konditional)
Konjunktiv Imperfekt (1. 124)
Wextê berê şertî, forma 1-ê (5. 199)
Konjunktiv 2 (7. 129-130, 235)
Peydabûna vê formê bi berlkera bi + rdb + pêşgira taybet bo dema-borî-tê, -a- + forma taybetî ya cînavên kesanî: (eger ez bi + ket + a + ma). „Navgira“ (min ev têrmîna dana; çinkê -a- di vir de ne pêşgir û ne jî paşgir e) -a- dikeve paş rehên lêkerên bi dengdaran temam dibin: bi + ket-a. Ew rehên bi dengdêran dawî tên, tîpa -y- tê berî paşgira -a-: bi + nivsî + ya. Tîpa -ya- kare bê asîmîlekirin bi dawîneya -î-: binivîsya (7. 129-130).
(bila) ez biketama, (bila) tu biketayî (bila) ew biketa
(bila) em, hûn, ew biketana
Forma neyînî, -ne- dikeve şûna -bi- ez neketama û htd…
Dema borî-tê eger (şertî) (2. 206-208)
Raweya hekinî, dema borî, forma 2-ê (3. 46)
Konditional 1. (1.125-126)
Wextê berê ertî, forma 2- (5. 200)
Dema t 2. (boriya egerî. 7. 235)
Di vê formê de tenê -ê- (nîşana dema tê) dikeve dawiya kirdar (Subjekt), yan jî -dê- wekî din, peydabûna wê wek ya „dema borî-tê ye“
ezê (ez dê) biketama tuyê (tu dê) biketayî ewê (ew dê) biketa
emê, hûnê, ewê (dê) biketana
Forma neyînî, -ne- dikeve şûna -bi- ezê neketama û htd…
„Dema borî
Konjunktiv Plusquamperfekt (1.138)
Dema borî (2. 204-206)
Raweya hekînî, dema borî, forma 1-ê (3. 42)
Wext berê şertî bargiranî (4. 205)
Perfektni Konjunktiv 2 (7. 235)
Ev forma weha peydadibe: Parenga keti + rdb bû + cînavê kasanî + paşgira taybetî -a-
(bila) ez ketibiwama, tu ketibiwayî, ew ketibiwa, em, hûn, ew ketibiwana (1. 138)
(bila) ez ketibûyama, yan jî ketibûma û htd… (2. 205)
(bila) ez ketibûma, (3. 42)
(bila) ez ketibûma, tu ketibûyayî, ew ketibûya, em.. . ketibûna (4. 205)
(bila) ez ketibûma
Forma neyînî, ne ketibûma
Ji vê formê re çawa pêşniyaz asantir e mera „ketibûma“ bikarbîne, ji ber ku ziman çiqas pêşva diçin, ewqas bilêvkirina peyvan asantir dibin; pir bêjeyên dijwar cihên xwe nagirin, ew hindadibin.
„Dema borî egeîr, forma 1-ê
Konditional 2 (1. 138-139)
Ev forma di jdera 2- de tune ye
Raweya hekînî, dema borî, forma 2-ê (3. 42)
Wextê berê şertî bargiranî (4. 205-206)
Di jêdera 7-an de jî ev forma tune ye.
Di vê formê de tenê -ê- dikeve dawiya kirdar: Ezê, yan jî ez dê
ezê ketibûma ezê dê ketibûma.
Ji wan demên li jor xuyakirî numadibe, ku ev formên konyonktîvî cihên xwe di zimanê kurdî (kurmanciya bakurî) de digirin:
Formên konyonktivî
1. Dema niha-tê (Konjunktiv Präsens, bi elmanî) (ez bikevim)
2. Dema borî-tê (Konjunktiv Imperfekt) (ez biketama)
3. Dema borî-tê egerî (Konditional 1) (ezê biketama)
4. Dema borî-niha (Konjunktiv Perfekt) (ez ketibim)
5. Dema borî (Konjunktiv Plusquamperfekt) (ez ketibûma)
6. Dema borî egerî (Konditional 2) (ezê ketibûma).
Lêkera sade kirin ya derbas di demên konyonktivî de:
Dema niha-tê
(eger) ez bikim (eger) tu bikî (eger) ew bike
(eger) em, hûn, ew bikin
Raweya neyînî, nedikeve şûna bi, dibe ez nekevim, tu nekevî û htd…
Dema borî-tê
min bikira te bikira wî/wê bikira
me, we, wan bikira
Dema borî-tê egerî
minê (dê) bikira teyê (dê) bikira wî/wê (dê) bikira
meyê, weyê, wanê (dê) bikira
Dema borî-niha
min kiribe te kiribe wî/wê kiribe
me, we, wan kiribe
Raweya neyînî, min ne kiribe û htd…
Dema borî
min kiribûya te kiribûya wî/wê kiribûya
me, we, wan kiribûya
Raweya neyînî, min ne kiribûya û htd…
Dema borî egerî
minê kiribûya teyê kiribûya wî/wê yê kiribûya
meyê, weyê, wanê kiribûya
Raweya neyînî, minê ne kiribûya û htd…
Di lêkerên hevedudanî de yên bi saya pêşgiran peydadibin, ew bê berlêkera bi– durust bibin, wek mîna em lêkera rakirin (derbas) vebjêrin:
Dema niha-tê
ez rakim tu rakî ew rake
em, hûn, ew rakin
Raweya nayînî, ez ranekim û htd…
Demên mayîn jî her li gor qeyda jor hatiye, dibin.
Lêkerên hevedudanî yên bi saya navdêr, rengdêr, çêdibin, yên mîna: Hindakirin, navdêra hinda wek xwe dimîne, tenê kirin tê guhartin, çawa li jor hatibû:
Dema niha- tê
Ez hindabikim û htd…
Eger xwendevanan bêtir zanîn li ser lêkerên din xwestin, ew dikarin wan di jêderên navkirî de bibînin. Konyonktîvkirina hemî lêkerên kurmanciya bakurî ne armanca vê nivîsarê bû. Min xwest ez sxêmakê ji jêderên zimanzanên me yên qedirbilind peydabikim; têrmînên rêzimanî kurdî û yên zimanên din bidim berhev û ji wan têrmînine standard vebjêrim, daku rê asanbibe bo lêgervan, mamosteyên zimên, xwendekar û şagirtan. Eger rajayeke weha bi min hatibe kirin, ezê xwe bextewar bizanim.
Bonn, destpêka şibata 2006-an temam bû.
Jêder :
- Çerkes Xûdoyêvîç Bakayêv, Yêzîk kûrdov SSSR, Îsda. Naûka, Moskva, 1973.
- Emir Djeladet Bedir Khan und Roger Lescot, Kurdische Grammatik, Bonn 1986.
- Kamran Bedir – Xan, Rêzana zimanê kurdî, Parîs 1971.
- K. K. Kûrdoyêv, Grammatika kûrdskovo Yêzîka na matêryalê diyalêktov kurmancî û soaranî, Îsda. Naûka, Moskva, 1978.
- Qanatê Kurdo, Gramera zmanê kurdî, kurmancî-soranî, Weşanên Roja Nû, 1990.
- Sadiq Behadîn Amêdî, Rêzmana kurdî, kurmanciya jorî û jêriya hevberkirî, Bexda 1987.
- Î.Î. Tsûkêrman, oçêrkî kûrdskoy gramatîkî, Moskva, 1962.
Bêguman jêderên min bo vê nivîsarê bikaranîne ne hevên li jor tenê ne. Hemî berhemên zimanzanên dine kurd û kurdologên din min temaşe kirin, lê min ne xwest vî karî bi nivisîna wan girantir bikim.
Têbînî : Birek ji vê bendê di roja 24.4.2004-an de bo mamosteyên zimanê kurdî li bajarê Gelsenkirchenê /Elmaniya/ hat xwandin.
Formên konyonktivî
1. Dema niha-tê (Konjunktiv Präsens, bi elmanî) (ez bikevim)
2. Dema borî-tê (Konjunktiv Imperfekt) (ez biketama)
3. Dema borî-tê egerî (Konditional 1) (ezê biketama)
4. Dema borî-niha (Konjunktiv Perfekt) (ez ketibim)
5. Dema borî (Konjunktiv Plusquamperfekt) (ez ketibiwama)
6. Dema borî egerî (Konditional 2) (ezê ketibûma).
1. Dema niha-tê (Konjunktiv Präsens)
(Bila) ez bikevim, dass ich falle
…….. tu bikevî, dass du fallest
…….. ew bikeve, dass er felle
…….. em bikevin, dass wir fallen
…….. hûn bikevin, dass ihr fallet
…….. ew bikevin, dass sie fallen.
(Bila) ez bibînim, dass ich sehe
…….. tu bibînî, dass du sehest
…….. ew bibîne, dass er sehe
…….. em bibînin, dass wir sehen
…….. hûn bibînin, dass ihr sehet
…….. ew bibînin, dass sie sehen. (S.143)
2. Dema borî-tê (Konjunktiv Imperfekt)
(Bila) ez biketama, dass ich fiele
(Bila) tu biketayî, dass du fielst
(Bila) ew bikata, dass er, sie, es file
(Bila) em biketana, dass wir fielen
(Bila) hûn biketana, dass ihr fielet
(Bila) ew biketana, dass sie fielen (S. 124)
3. Dema borî-tê egerî (Konditional 1)
Ezê biketama ich wäre gefallen
Tuyê biketayî du wärst gefallen
Ewê biketa er, sie,es wäre gefallen
Emê biketana wir wären gefallen
Hûnê biketana ihr wärt gefallen
Ewê biketana sie wären gefallen. (S.125) Ezê bibeziyama (127)
4. Dema borî-niha (Konjunktiv Perfekt)
(Bila) Ez ketibim, dass ich gefallen sei
……. Tu ketibî , dass du gefallen seist
…….. Ew ketibe, dass er, sie, es gefallen sei
……. Em ketibin, dass wir gefallen seien
……. Hûn ketibin, dass ihr gefallen seiet
……. Ew ketibin, dass sie gefallen seien. (S.138)
5. Dema borî (Konjunktiv Plusquampefekt)
(Bila) Ez ketibiwama, dass ich gefallen wäre
…….. Tu ketibiwayî, dass du gefallen wärest
…….. Ew ketibiwa, dass er, gefallen wäre
…….. Em ketibiwana, dass wir gefallen wären
…….. Hûn ketibiwana, dass ihr gefallen wäret
…….. Ew ketibiwana, dass sie gefallen wären. (S.138)
* Pênasîna têrmînan :
Berlêker : pêşgir; pêşdan; Präfix
Rdb : bingeha dema borî
Rdn : bingeha dema niha
Konditional : forma egerî (şertî)
Konyonktîv : forma daxwaz; şîyan; raweya bilanî …
Navgir : ew tîpa peyvan bi hev ve girêdide
Pareng : partizip
Paşgir : paşdanî; Suffix
Rawe : Modus (latînî); Aussageform; (elmanî) mode (fr. en.), sîxe (erebî.)
Sxêma : pilan; mîna
Têrmîn : terminus; musteleh (erebî).
Du muss angemeldet sein, um einen Kommentar zu veröffentlichen.