Kategorie: bend/artikel

Die Poesie dient als Heimat / Helbestvanî welat e.

Ev benda bi elmanî li jêr hatî di roja 21.9.2018 de di sê rojnameyan de belavbûye, navên wan ev in: Kölner Stadt-Anzeiger, Bonner Rundschau û Rhein-Sieg-Anzeiger.
Ew bi bûneya derketine pirtûka min „Afrin und das Lebewesen, das Mensch genannt wurde / Efrîn û canberê bi mirov hatîye navandin“.

Bûneya rojbûnê jî hokarek bû. Ez we hemîyan ispasdikim, ku we bi pir awayan pîrozbahîyên xwe şandin û rojbûna min û jîya mine 20 salî pîrozkir.Çima 20 sal? Ûşt ew e, ku min ta niha 20 berhem belavkirine, ji bilî lêgerînebend û çalakîyên dine çandî. Di paş wan salan de jîya min 70, 100, 150 salî ye ez nizanim û kesî din jî nizane, lê zanim wek kurdek, ku bi gurmistê diçe dirêşê, weha min bi salan xwîn rijandîye û di ber re êşyame, şewitîme, şabûme û xenîbûme.

Bi hêvîya ku hûn hemî di xweşîyan de bin.

23.9.2018

Husên Hebeş

.

Bild könnte enthalten: 1 Person, lächelnd
Advertisements
Ein zauberndes Lächeln in die Welt! A magical Smile in the World! Bizeyeke cadûyî bo cîhanê

Ein zauberndes Lächeln in die Welt! A magical Smile in the World! Bizeyeke cadûyî bo cîhanê

Nach der Lesung am 27. Juni 2018 im St. Adelheid Gymnasium schrieb die Schülerin Rabea Wagner diesen Brief an den Dichter Hussein Habasch:

Hallo Herr Habasch,

Ihre Gedichte sind eine Bereicherung für die Welt!

Das Gefühl mit dem Sie die Gedichte vorgetragen haben war einmalig und ist zu 100% rübergekommen. Alles was Sie schon hinter sich gebracht und geschafft haben hätten nicht viele geschafft!

Ihre ganze Geschichte ist einfach faszinierend und beeindruckend zugleich.

Sie haben mit Ihrer Lesung ein Lächeln in mein Gesicht gezaubert, weil Sie der herzlichste und freundlichste Mensch sind den ich je getroffen habe.

Bleiben Sie so wie Sie sind, schreiben Sie weiter Gedichte und zaubern Sie damit ein Lächeln in die Welt!

Liebe Grüße

Rabea Wagner

 

A magical smile in the world!

After the reading on June 27, 2018 in St. Adelheid-Heid-Gymnasium, the student Rabea Wagner (12 class) wrote this letter to the poet Hussein Habash:

Hello Mr. Habasch,

Your poems are an asset to the world!

The feeling with which you recited the poems was unique and has come across 100%. Everything you have already brought and done would not have made many!

Your whole story is just fascinating and impressive at the same time.

You have put a smile to my face with your reading because you are the warmest and friendliest person I have ever met.

Stay the way you are, keep writing poetry and make a smile on the world!

best regards

Rabea Wagner

Bizeyeke cadûyî li cîhanê

Piştî helbestxwandina li Sankt-Adelheid-gzmnasium di roja 27.6.2018 de li Bonnê, şagirta pola (klasse, sinfa) 12 Rabea Wagner nameyek ji helbestvan Husên Hebeş re nivisî. Ev e wergera wê:

Silav, kaka Hebeş,

Helebestên we dewlemendîyek e ji cîhanê re!

Helbestxwandina we bi wî hestî bê wêne ye û naveroka berheman 00% gihîşt guhdaran. Çi bi we re derbasbûye û we kirîye, bi pir kesên din re bibûya, wê nikanîbûna weha serketî bana!

Tevahîya serpêhatîya we bi sanahî mera kane bibêje, ku berkêş û derbirîneyî ye.

We bi helbestxwandina xwe bizeyeke cadûyî li ser rûyê min afirand, jiberku hûn mirovê tevî dilînî û dostanî ne ji wan kesên ta niha ez rastî wan hatime.

Weha bimînin, çawa hûn hene, helbestan binivisnin û bi wê yekê hûn bizeyeke cadûyî li cîhanê belavdikin.

Silavên germ

Rabea Wagner

 

TV-ên kurdî û rojgara kurdan

Sala 1978an min mastira xwe bi fîlmê „Sê roj li Elmanîya Fêdêral“, li gel lêkolîneke teorî li ser fîlmên belgehî xwayîkir. Her di payîza wê salê de jî bûm daxwazkarê doktora li fakûltêta rojnamevanîyê li zanîgeha Moskovayê.

Mijada min wê demê „Helbestvanî di fîlmên belgehî“ de bû. Piştî salekê ji dudilî û nerûniştina dil, min mijada xwe gewirî û kovara Hawarê bo lêkolînê vebrajt.

Sedema guhartina mijada yekê ew bû, ku ez ji xwe dipirsîm, hîn têlêvîzyoneke kurdî tune ye, çima ezê mînayan ji fîlmên erebî bibim û lîkolînê li ser bikim; ango karê min dikeve rajeya ereban.

Dema Mêdya TV derket, ez pir şabûm, dema êriş dihatin ser, min bergirî jî lê kir gava serokê PENa kurd bûm, tevî ku min zanî ew ya PKKê ye. Min xwe nêzîk wê û yên piştî wê jî derketine nekir û nakim, jiberku merema min xizmeta wucdana kurdî ye, ne ya partîyên xwe di ser kurd û Kurdistanê re dijmêrine.

Dema Kerkûk û dorberên wê hatine firotin ji alîyê „kurdinan“ li Başûr û xinizî li Efrînê hat kirin dîsan ji alîyê kurdinan ve û tukes ji welatfiroşan nahatine dadgehkirin û sîyaseta Kurdistanfirotine di piranîya TV de berdewamdibe, nema ez tv-kurdî temaşedikim û şadibim dema ew li Ewropayê natêne dîtin, eger hebin jî ji mir re ne balkêş in.

Ev e rojgara (qeder) Kurd di vê serdemê de!

Bonn, 21.08.2018

Husên Hebeş

„A.A. Stolîpîn bi daqima kurdekî“ «А.А. Столыпин в костюме курда»

Helbestvanê rosyayî navdar Mîxayîl Yoryovîç Lêrmentov (1814 – 1841) tabloportrêtek bi sernivîsa li jor hatî dikêşe. Ew portrêta li gel birek ji helbesteke dirêj (poêma) û kurteravayekê li ser kaxeteke „dîna“ 4 di roja 29 îlona 2015 de birêvabira mûzexaneya Lêrmontov li Mosko bano Kirîstîna Serîçêva pêşkeşî min kir, dema min seredana wê dezgehê kir, ku wergera xwe ji helbestine Lêrmentov dîyarî bikim.

Va ye hema sê sal in ew belgeha li ba min e, niha jî hinekê derfet peydabû, ku lê vegerim û min xwast bizanim, çima M. Lêrmentov pismanê apê û dostê nêzîk Alêksender Arkadyêvîç Stolîpîn bi daqima kurdekî kêşaye. Di „Çar Cildên Tevahîya Berhemvanîya“ M. Lêrmontov de min bersiv nedît, lema jî min du „mail“ ji K. Serêçîva re şandin û ev du pirsina jê kirin:

  1. Hûn kanin arîkarbin, ku zanibim, çima M. Lêrmentov ev sernivîsa vebrajtîye? (31.5.2018) Di dema pirskirinê de ew ne li Mosko bû, lê sozda min, eger vegere, wê bersiva min bide. Pirsa dudyê jê ev bû:
  2. Çima M. Lêrmrntov portrêta A. A. Stolîpîn bi daqima kurdekî kêşaye, ma tu belgeh hene, ku pêwednîyên Lêrmontov bi kurdan re hebûn?  K. Serêçêva bi dilsozî bersivên min dan di06. û 11.06.2018 de, piştî bi karekî dijwar rabû; li pir jêderan vegerî û bi kurtî naveroka mailên wê weha bûn: Portrêta A. A. Stolîpîn (1816 – 1858) di hizêran û tîrmeha 1841 de Lêrmentov kêşa, di çûyîna xwe ya dawî de bo Qefqazê, li wir, li bajarê Pîyatîgorsk bi hev re di leşkerîyê de bûn.

Li ser pêwendîyên M. Lêrmentov bi kurdan re tu belgeh tune ne. Kurd wê demê li Corcîya (Grozîya) dijîyan. Ez bawerdikim, ku portrêteke weha, borcdarîyeke taybet e ji moda cilên nîvê yekê ji sedsala 19 re, di serdema ku bûneyên sîyasî û cenganî li Qefqaz li împêrîyên osmanî, farsî û li ewropayê balkêsîyeke mezin di edebîyat û wênekîşêyê de, di mijada Rojhilatê de hebû.

Portrêta Stolîpîn – Kurd mîna portrêtên Lêrmontêv ên ji zû de, di destpêka salên 30 de kêşabûn tîne bîra mera. Lê çawa dixuye tu pêwendîyên Lêrmentov ên kesayetî (şexsî) bi tu kesî kurd re ne aşkere ne, lê wî li ser kurdan xwandîye, jiberku di kêşana portrêtên din de jî weha kirîye.

Têbînî: Portrêta A.A. Stolîpîn ya rengîn min ji înternêtê kopîkir, ewa bano K. Serîçêva dabû min reşûsipî bû.

 

Bonn 18.07.2018

Husên Hebeş

Piştî dagîrkirina Efrînê – 6 –

Bi bûneya girtina zana, wêjevan, pisporê rojnamevanîya kurdî û dostê min î nêzîk

Dr. phil Ebdil Mecîd Şêxo

Erê kekê Mecîd!

Welat, Efrîn ket destên hov û berberên serdemê – tu hevbîn û hevbihîsê bobelatê yî li Efrîna xopan – . Hikumeta Tirkîyê û serokê wê tawanbarê cengê li dijî mirovatîyê  R. T. Erdogan kînên xwe li me kurdan dinimîne, ta hebûna peyva Kurd ji wî û hemî dijminê din re tawanbarî ye.

Ev e qirkirna (gênosîda) 2018-an  bi ser me kurdan de hilweşandin; dadmendî, mafên mirov, dêmoqratî û serbestî di ferhenga mirovatîya derewîn de ji me kurdan hinda ye, ev e niha rojgara me!

Bi hêvîya te serbest û tendirust di rojên nêzîk de bibînin.

Hevpîşe û hevbîrê te yî ji salên dûr de.

Dr. phil Husên Hebeş

Bonn, 10.04.2018

Piştî dagîrkirina Efrînê – 3 – *

 Erê! Efrîn

Em li çehvrêbûn ku te ispardeyî dagîrkeran bikin. Di roja rastîyê de divê rastî bê gotin:

Her dagîrkerek ji me kurdan re ji yekî din hovtir e. Berî bêtirî çardeh sedsalan erêbên talanker hatin bi ser me de; paşê hov û berberên farsî û Osmanîyan.

Di sedadala borî de kolonyalîstên fransî û îngilîzî kêr li govdê  me xistin, em radestî nemirovan kirin.

Ji 20-salên sedsala dawî û ta van 18-salên sedsala 21ê Esedên Sûrîyê Rojavaya Kurdistanê radestî hevalbendên xwe Apocîyan kirin û wan jî ta kanîn em kuştin û awarekirin.

Rêxistina PKK çawa dixuye di hemêza Mîta tirkî de hat dinê bona nehîştaina kurdan –ev raya min e ji dema min nav û kirên wê dîtin û bihîstin- û paşê ew bo pêkanîna wê armancê ket hemêza dagîrkerên dine Kurdistanê û berdewam e bona awata xweye kujer.

Yekîtîya xinizîyên kurdan ji ya dilsozên kurdan bihêztir e. Diho Kerkûk firotin, Îro Efrîn ispardeyî tirk, îslamîstên daîşî û rêxistina ENKSê kirin.

De hîn siba wê çi bi serê me bê, tukes ji kurdan nizane, lê rewş tirsîndar e.

Erê! Efrîn

Ez zanim êşên me ji 18 mîlyon darên te yî zêtwînê pirtir in, xwîn û hêstirên me ji kanîyên çîyayên te pirtir diherikin, lê em dilsozên te, emê tu caran şîrheramîyê li te û li tevahîya Kurdistanê nakin, emê bi qehremanî têbikoşin ta dawiyê.

Ev e roja me ya 18.adara 2018 ye.

Dr. phil Husên Hebeş

*Min ev nivîsa jibîrkiribû, îro min di nav dokumentan de dît û guhartinin biçûk tê de kirin.

 

Lavayek (tikayek, ricayek)

Ez ji we hemîyan lavadikim (ricadikim) di facebookê de û  li her cîyekî li dijî partî, rêxistin, kesayetîyan me kurdan bi nerindî dengnekin, sixêf, gotinên neşîrîn ji kesî re mebêjin, ji bilî xayîn û xwefiroşan. Kirên weha her zîyanê (zirarê) li me kurdan dikin. Hemî dinya ne li gel me ye, giştan em li gor aramncên xwe bikaranîne û me tînin û dema karê wan bi me namîne, me bitenê ji tank û topên dijminan re dihêlin û ji dûr ve li me sêrdikin, an jî dikin ku me nabînin. Divê herkes ji me vê rastîyê bizane.

Berxudana Efrînê di sedsala 21ê de bûye mezintirîn efsane di van rojan de li dinyayê; ew  berxudana hemî kurda ye, rast e YPK û YPJ serkêşer in, lê rêxistinên dine kurdî, tevahîya efrînî, kurdistanî û dostên pir welatan di çenga rûmetê de pişkdar in. Hemî dagîrkerên Kurdistanê li ser qirkirna me hevra ne, çima emê hevdijê hevdibin, tema Efrînê û berî wê Kobanîya qehreman rûpeline kurdayetî, hişyarîyê nû di dîroka me de vekirine.

Divê em layiqî xwîna cangorî (şehîd) û qehremanîya keç, kur, jin û mêren xwe bin. Divê em ji bona armanca xwe ye pîroz yekdengbin, yekhelwestbin; bi zanebûn, bi şaristanî şerê dijminê xwe di her warekî de bikin.

Serketin bo gelê me, rûreşî bo dagîrkerên Kurdistanê.

06.02.2018

Husên Hebeş