Kategorie: litereturen biyani

Ines Hagemeyer ji berhema xweye nû xwand

Roja 25.5.2016 li Bonnê, helbestvana elman Ines Hagemeyer ji berhma xweye nû Lepxwandin „Handverlesen“ (Pop Verlag, 2015) helbestin pêşkêşî guhdaran kirin.

Berî nivîsevan dest bi xwandinê bike, rexnevan, nivîsevan Ulrich Bergmann ew da nasîn û xwe rind amedekiribû ji wê çalakîyê re, berhma nû xwandibû, ketibû nav hwîrîyên wê, lema jî xwandin û axaftin li ser berhemê hêşt ku ew  êvara mifadarbe ji amadebûyan re.

Ez van rêzan dinivîsîm, jiberku daxwaza min ew e, ku em jî nûberhemên hevpîşeyên xweyî kurd weha pêşkêş bikin û etmosfêreke weha duristbikin, ku guhdar havildar bin û bi dilxweşî bêne çalakîyên weha.

Divê hîn çend qoran li ser I. Hagemeyer li vir birêzînim, ku ew sala 1938 li Berlinê hatîye dinê, her di wê salê de jî li gel malbatê neçarbûne Elmanîya bicihbêlin û li Uruguayê, li bajarê Montevideo mezinbibe û bi sê zimanan, elmanî, ispanî û înglîzî perwerdebibe. Helbestên yekem li wir bi înglîzî nivîsandin, paşê her zimanê dayîkê û ta radeyekê ispanî dibin dilketîyên helbestvanê. Ew cara yekê sala 1963 vedigere Elmanîya (München), cara dudîyê sala 1969 li Bonnê cîhwardibe.

Berhema Lepxwandin duzimanî, elmanî û ispanî ye. Ziman ji helbestvanê re welat e. Ev berevoka rind tê xwandin, helbestine dagirtî bi kwîranîya xweye fîlosofî di nav rûpelan de tên dîtin, ew yeka jî li gor raya min hinkê lîrîzmê jardike, eger ew herdu hêmanina bi hev re di berhemekê de amêtebibin, wê çaxê mera bi mesenîyê re dijî û ji xwe jî ew awata pîrozî nivisînê ye. Lê ev têbînîya bayexa hunerî û êstehtîkî vê berhemê kêmanke, ew karekî resen e, encama xebata saline dûr û dirêj e. Ezê hîn li vê berevokê vegerim û çend helbestan jê wergerînim kurdî.

Bonn 30. 5. 2016

Husên Hebeş

 

Advertisements

Helbestvanê çînî Ouyang Jiyanghe

Ev wergera pêşkêşî cana rehmetî Beşîr Muşîr e

Pêşgotin, wergerandin ji elmanî û foto:

Husên Hebeş

 

„Lîrîk cihê xwe di peristgehê de dibîne. Helbestên yekemîn li Çîna di peristgehê de hatine xwandin“ weha Profesor Dr. Volfgang Kubîn, yek ji sînologên navadar bi pêşkêşkirina helbestvanê çînî yê naskirî Ouyang Jiyanghe di roja 25.1.2011 de li kenîseya zanîngeha Bonnê destpêkir; ew kenîseya ku L. v. Beethoven tê de li Orgenê dixist. Weha me guhdarî helbestên çînî û wergera wan a elmanî kir; çi heydedan bû!

V. Kûbîn helbestvaniya çînî kevin û nû rind nasdike û berhemên pir helbestvanên çînî wergerandine zimanê elmanî, ji bilî berhemên xwe yên zanistî liser lîtêretûra çînî û dîroka wê. Pir caran di hevdîtinên me de, çi li civînên Yekitiya Nivîskarên Elman – Pişka Bonnê – yan di pêşkêşkirina helbestavanên çînî de di êvarên helbestxwandinê de ew vê rastiyê dubaredike, ku helbestvaniya çînî bi dijwarî tê têgihêştin, tevî çiqasiya pirskirinê ji helbestvan û rexnevanên çînî jî, lema jî dema ew ji çînî werdigerîne, rastî wê bêbersiviyê tê di wergerê de. Belkî ew bêbersiviya jî ligor dîtina min fersendeke baş e ji xwandevanan re, ku ew bersivina ji xwe re bibînin, yan di cihanine dine ramanî, fîlosofî û hunerî kevin; ma ne ew jî yek ji peyama helbestvaniyê ye?Wergera min jî ji elmanî ne weha sanahî bû, lê di ber wê nesanahiyê re ez bêtir bi helbestan ve hatime girêdan, min xwest ez di jiyana wan a nedîtî de bijîm û hinek ji fîlosofiya helbestvanî û awaya bîrkirina O. Jiyanghe ya hunerî û êstêtîkî nêzîk bibim, ew ji min re geşteke wergeranî taybetî bû.

Ev helbestina min ji dîwana „Schnellimbiss“ (Xwaringeha Serpêyî), ji helbesta dirêj „Rondikên Tac Mehel“ vebrajtin, bê guman piştî erêkirina hevpîşeyê min V. Kûbîn.

Rondikên Tac Mehel

(Die Tränen des Taj Mahal)

(perçene vebrajtî ji poemê)

1

(Tränen, die kein Gott geweint hat, sind keine

Tränen, wert zu fließen).

Rondikên ne jibo girîna Xwedê bin, ne rondik in,

ne hêjayî herikînê ne.

Erê, bayexdariya herikînê, ne di tevahiya rondikan de ye.

Li Hindistanê cîherk bi saya rondikan şên e,

ew ne hewcedariya avdanê ye,

weha jî çawa rondikên Xwedêyekî

ne hewcedariya tirumpên avê ne, weha jî çawa bê gotin

ku erdhişkayî karê eylo ye.

Eger rondik kanibin bi hev re liser erdhişkiyê biherikin,

weha wê rind be.

Rondik difirin, ew eylo bêzardikin,

raman û tenahîya wî.

Monologa eylo têvedana pêlan e.

Ma çi liser pişta wî ye, ew kane bi kenaran gîhne

û bibe kevnarî?

Avên cîherkê li esmên diherikin.

Reh, pîk, pel sêcarkî kûrên dijçavî ne,

dijçaviya herikînê.

Roj, erd û dilê mirov sêcarkî lal in,

çelmisîne

jiber rondikên liser mezinahiya dilekî biçûk

û hîn biçûktir ji xwe bêtir dibe,

ku rê dide liser jibîrkirina xwe

û eznebûnê.

Şeveke kehremanberî di rondikekê de cîwar bûye;

ew rondika dilê esmên e, dilekî tevî biçûk.

2

(All diese Tränen vom Altertum bis heute fließen

in meinem Auge)

Ev rondikina hemî ji kevnariyê de û ta niha,

di çavê min de diherikin

weha hêmin, bo bêhnekê.

Ev rondikên rûmetdar ne rêdanvanên herikînê ne;

mixabinî ye ji wê yekê re.

Ev hemî kaseyên mişt ji avê bes in bo

herikînê, belê, belkî naxwazin bên

bikaranîn bo rondikên deryayê.

Ev hemî rondikina, ewên ji tawûsê pîroz hatine,

liser perdêla wî hatinehev,

hîn liçavrêya pervekirinê ne;

ev candizên rondikan,

ev dilbirrîna rondikan, ev rondikên bê jan.

Ev rondikina hemî, yên ji girîna Xwedêyan,

ji girîna pêşiyan û ji girîna me ya îro û paşê,

diherikin ji çavên kesekî,

ku ew carekê şaş çûye.

3

(Tränen wollen fliegen. Werden sie Adlerflügeln

anvertraut)

Rondik dixwazin bifirin. Ewê bi baskên eylo

bawerbin

yan bi firîna balafireke Boeing 767 li tenişta

abûriya pirpêşketî? Bi dirêjahiya herikîna 3000 km

ji rondikên kevin ji Pêkînê

bi esmanê Neu-Delhî de. Dem serê xwe hiltîne, em di

rewanên xwe de cotsêberê erxêologiyê ne,

sor û sipîyên Rojhilatê,

ew kanin ji çapikiya dêng bêtir, ew kanin

ji nişkava lerzîna

ecayêbeke xwedêyî hestbikin? Em kanin

bi çavên eyloyekî rojavayê bibînin,

ewa mîna ewrekî di deryayê de

hindadibe?

Ma cîherk kane di sala 2009-an de

di ser bûsteke keskesorê re

li esmên biherike, biherike ta sala 1632-an?

Gavê derya di dema firînê de

wek nivînekê diheze,

gavê kesên îroyî di kûranîya esmên de

dikevin xewê

ma kalepîr wê kanibin

bi carekê ji xewê rabin, ji barîna tava rondikan

di ser rûyê esmên re ji xewê rabin, bi çirîkeya çivîkan

ji xewê rabin, rabin ji tenahîya xewrabûnê

û ji tenahiya rêya eylo?

Eyloyo! Raweste: balfir dixwaze lwîsbibe.

Di navbera jor û jêr de

çiya û çem hinekê rûyên xwe digewrin.

 

Bi kurtî liser helbestavn

Ouyang Jianghe helbestvan û rexnavanekî çînî naskiriye, ew sala 1956-an li Luzhou, provînsa Sichuan hatiye dinê. Die dema Şoreşa Çandî de, piştî temamkirina xwandina dibistanî wek adetê wî dişînin, ku li nav erdan bixebite, weha ew çend salan şetlên çayê diçîne. Di dema xwandina zanîngehî de dibe yek ji bingedaniyên yekitiya helbestvanên genc a Sichuan a ne fermî.

Çawa ji çavkaniyên min bi elmanî xwandine dixuye, ku Ouyang Jianghe yek ji helbestvanên tewrî ntêlêktuêl e li Çîna ye, ew xwediyê zimanekî hêzdar e û cihê xwe bi serbilindî di rexnevanîya lîtêretûrî çînî de girtiye. Ew yek ji pênc halbestvanên navdar e, yên bi navê koma „Sichuan-Wu-Junzi“ (Pênc xanedanên ji Sichuan) xwe dane nasîn. Taybetmendiya wî ya helbestvanî ew e, ku ew „ bi rêya mêtoda helbesta çêrokî, dirêj ew çêliya arîşeyên hevdemê dike“. Wî bêtirî sed û pêncî helbestên weha belavkirine û bêtirî sîh bendên rexneyî. Berhemên helbestvan bi pir zimanan belavbûne. Ji salên 1993 ta 1997-an li DYA jiya û şeşmehekê jî mêvan bû li Ekademiya „Schloß Solitude“ li Stuttgart, Elamaniya. Niha helbestvan li welatê xwe, li bajarê Pekînê dijî.

Bonn, 12.9.2011

Ev helbestina min ji vê navnîşanê vebrajtine:

Ouyang Jianghe : Schnellimbiss. Gedichte, aus dem Chinesischen und mit einem Nachwort von Wolfgang Kubin. Tartin Edition, Untendurch. Salzburg 2010.

Herweha jibo amadekirina vê werger û nivîsê min havil ji van berhemên jêrin wergirt:

Wolfgang Kubin, Nachwort zum “Schnellimbiss” (Xwaringeha Serpêyî)

Wolfgang Kubin Wir wollen kluge Vertreter aus China“ Exklusiv Chinabild Berichterstattung Literatur Kultur Konfuzius-Institut

Shen Yong Miklitz; Ouyang Jianghe (China) „Schreiben als Bestrafung der Inspiration“ http://www.lernforum.uni-bonn.de

Ouyang Jianghe © internationales literaturfestival berlin

  • Ev nivîsa di kovara „Raman“ de, hejmara 177-an 5.2.2012 belavbûye. Kovara navbirî  li Hewlêrê – paytexta Herêma Kurdistanê- derdikev

Helbestvana rûssî mezin Bêlla Exmedolîna (10.4.1937 – 29.11.2010)

pêşgotin û wergerandin ji zimanê rûssî:

Husên Hebeş

Naye bîra min, bi zindî min guhdariya helbestxwandina Bêlla Exmedolîna kiribe, lê dengê wê yê ji kûraniya gewriyê derdiket hîn min jibîrnekirî; wê di televîzyonê de helbestên xwe tim liezber dixwandin, ji helbsetvanên rûss re ew adeteke xuristî ye. B. Exmedolîna ligel sê helbestvanên rûssî: Yêvgênî Yêvtoşênko, Endrêy Voznîsênskî û Robêrt Rojdêstvênskî roleke mezin lîstiye di pêşdabirina helbestvaniya rûssî di dawiya nîvê duhemîn de ji sedsaliya bîstan; her yek ji wan dengekî taybetî ye; her yekî/ê jî rêçeke xweyî kûr û dirêj di lîtêretûra rûssî de hêştiye.

Serdorek jibona helbestxwandinê

Ez dixwazim li vir jî çend rêzan liser hunera helbestxwandina hevpîşeyên Bêllayê binivîsim: Di deminan de ez li helbestxwandina hersê hunermedên mêr amadebûme û min bi zindî li xwandina wan guhdarkirî; Yê. Yêvtoşênko wek cadobazan mera dike nav naveroka helbesta xwe; ew awaz û rîtma zimanê rûssî bi giyan û hestên mera re berdide. Ne tenê li Mosko, li Bonnê jî ez di wê etmosfêra cadoyî de jiyam.

Cara yekemîn E. Voznîsênskî min li fakûltêta me, li zanîngeha Mosko bihîst, çend ekter jî hatibûn arîkariya wî bo xwandinê, lê dema ew diçirikîne û bêjeyan bi hêz ji geweriyê derdixîne û kîta dawiyê hêzdar û dirêjdike, wê çaxê taybetmendiyeke mûsîkalî voznîsênskî hukardar di helbestê peydadibe. Di êvareke moskoyî de, li dawya salên 70-ê kenala televîzyonî ya Yekê êvareke helbestxwandinê jê re amadekir; helbastvan bi van peyvan despêkir ligel mûsîkê û morî bi govdê min re hatin:

“Vozlejîtî/ vînkî/ ne nêbo/ vozlejîtî/ vînkî/ ne morê/ vozlejîtî …“(Dîne/ tacegulan/ li esmên/ dîne         / tacegulan/ liser deryayê/ dîne …). Roja din ez çûm ba birayê helbestvan E. Peşêw helbesta xwe ya nû, nayab „Serbazî Win“ ji min re xwand, ez şabûm, min got te jî diho guhdarî Voznîsênskî kiribû, got erê. Min ew helbesta kekê Peşêw wergerand erebî, ew wergera pir bi dilê Ebdela jî bû.

R. Rojdêstvênskî jî bi dengê xweyî hinekê kekeç û bişewat xemgîniyê bi xwandina berhemên xwe re li mera dibarîne.

Di nîvê salên heftê de ji sedsala borî li nav birreke xwandevanên fakûltêta me ya rojnamevaniyê jînenigariya Yê. Yêvtoşênko bi nihênî belavdibû. Şansa min jî hebû, ku yekem berhema vepenî bi rûssî li Mosko bixwînim. Di wê belgehê de helbestvan liser zordariya Y. Stalin nivisîbû. Wê çaxê nivîsevan ji B. Exmedolîna hezdikir. Hîn li bîra min ne çûye, ku di rojeke helbestxwandina wî de Bêlla sozdabû yê, were guhdariyê. Wî nivisîbû, ku di nav ewna hezar çavan de, çavên Bêlla jî wê li min binirin. Ew paşê pir li çavên hev temaşedikin, dema Bêlla dibe hevjîna wî ya yekemîn. Pişt re Bêlla şû bi çend mêrên din re dike.

Di 10.4.1937-an de Bêlla Exmatovna Exmedolîna li Mosko ji bavekî teterî û ji dêyeke rûssî-îtalî dibe û roja 29.11.2010 li nêzîka Mosko “Peredelkina” vê dinê bicih dihêle. Hîn di dibistanê de ew helbestan dinivîse. Ji sala 1955 ta 1960 li Ȋnstîtûta Lîtêretûrî ya bi navê Meksîm Gorkî dixwîne. Di wê demê carekê tê derkirin, çinkê pişgiriya jehrikirina Borîs Pestêrnak ne kir, lê careke din wê vedigerînin Ȋnstîtûtê. Dîwana wê ya yekê “Stрунa” (Têl) sala 1962-an belavdibe. Ew di nav hevpîşeyan de rind dengvedide. Hersê helbestvan Yê. Yêvtoşênko, E. Voznîsênskî û R. Rojdêstvênskî arîkariya wê kirin, ku ew bû yek ji helbestvanên navdar. Ta sala 2000-î bîst û heyşt dîwanên helbestvanê belavbûne. Lêkolîna wê liser A. Pûşkîn û M. Lêrmontov jî pir nirxdar e û herweha wergera berhemnine helbestvanên grûzînî (corcî) bo rûssî. B. Exmedolîna yek ji helbestvanên navdarr e li Rûssiyayê.

B. Exmedolîna li aliyê rexnevanên dijî sîstêma sovyêtî derdiketin jî bi qehremanî dima, ewên mîna Endrey Sexarov, Lêv Kopolêv – ew Kopolêvê dema entîmirovan li Bexdayê bajarê Kurdistanê Helebce gazkirin, nameyek pişgirîyê ji nivîsevanê van rêzan re şand – û yên din, lema jî ew pir hat êşandin, wê digot “Ez ne jineke sîstêma koledariyê me”. Helbsestvaniya B. Exmedolîna çawa pisporên rûssî dibînin, ku ew helbesvaniyekye vekiriye, hemî fênomênên jiyanê, ger çiqas biçûk bin jî, bi dest wê de dibine sîmboline helbestvanî. Ji wê re “Ne statîka (rewşa hêminî di kêlîdemekê de) lê dînamîka (liva pêşketinê di dema guhartina bûyeran de) rîtma helbestên Exmadolîna numadikin. Di destpêka berhemvaniya xwe de wê bi awayekî fereh bêjeyên sersurmayî, ecêb bikardanîn … lê paşê helbestvaniya wê sade û êpîkî bû“. Ez hêvîdikim, ku piraniya helbestvanên me yên kurd jî xwe ji wê gêjeşêtiyê rizgarbikin û vegerin jiyana real, lidor xwe binirin, bi dilsozî û bi germî peyama helbestvaniyê bilindbikin.

Du kenalên televizyonî rûssî TRT û Kenal 1, ewên bo Ewropa tên weşandin di 29./30.11.2010 de programên taybetî bi bûneya mirin û veşartina helbestvanê dubare û amadekirin. Di wan kenalan de rayine blakêş hatin gotin, yek ji wan pisporan yê bi nave Erofeev – ew jî di dema Brêjnêv de hatibû tawrawge  (surgin) kirin û Bêlla seredana bavê wî dikir) weha got:”Bêlla evîna jiyanê ravedikir“ yekî din jî axaft “Ew dengê nifşan bû“.

Ev du helbestên lijêrhatî min ji pirtûka „Mеtелъ“ (baberf, badev) a sala 1977 li Mosko belavbûye wergerandin. Mixabin her tenê ew berhema di pirtûkxaneya min de heye.

Bonn29.12.2010

Kî zane…?

Kî zane, ezê hîn çiqas bijîm?

Erê, kêmdemekê yan herdemê!

Ez berxudarya cîhanê dikim

Bona wê kêmdemê û herdemê.

Ger çi jî bibe, xwe naçemînim,

Tenê bi sanahî pîrozdikim:

Xemgîniya te ya zûrevokî,

Û bêdengiya xwe ya dawînî.

Lava

Hûn megirîn liser min! Ez dijîm;

Eza xemgînhejar, rinda bêgar,

Başûriya li bakûra sawîr,

Li nav êşa zirava ziyandar,

dijî bi lerzetayê li başûr.

Hûn megirîn liser min! Ez dijîm;

Ewa kulek liber peristgehê,

Eza serxoşmayî liber sifrê,

Û ewê nimijdike bo Xwedê,

Bi îkonkêşê nedar re – dijîm.

Hûn megirîn liser min! Ez dijîm;

Ew keça têgêştî, ya rewşenbîr,

Ya di demwerê de hîn nediyar,

Helbestên min, temriya sorezer,

Wek efsene bêm nasîn, – ez dijîm.

Hûn megirîn liser min! Ez dijîm;

Êy xwîşkên dilnarîn û dilovan,

Li cenga bêhûd, berî bimirim,

Libin wê istêra xwe ya rewşen

Û bi çi tonî be jî, her ez dijîm.

(Ev nivisa bi elfabeya erebi-kurdi di kovara „Raman“ de, hej. 167. 5.4.2011, Hewlêr belavbuye.)

*10.4.1937 – 29.11.2010 هه‌لبه‌ستڤانا رووسی مه‌زن بێڵا‌ ئه‌خمه‌دۆلینا


پێشگۆتن و وه‌رگه‌راندن ژ زمانێ رووسی

حوســـــــــێن حه‌بــــــه‌ش

نایه‌ بیرا من، ب زندی من گوهداریا هه‌لبه‌ستخواندنا بێڵا ئه‌‌خمه‌دۆلینا کربه‌، لێ ده‌نگێ وێ یێ ژ کوورانیا گه‌وریێ ده‌ردکه‌ت هین من ژبیرنه‌کری، وێ د ته‌له‌ڤیزیۆنێدا هه‌لبه‌ستێن خوه‌ تم لئه‌زبه‌ر دخواندن، ژ هه‌لبه‌ستڤانێن رووسی ڕا عاده‌ته‌که‌ سروشتیه. بێڵا ئه‌ ئه‌خمه‌دۆلینا ل گه‌ل سێ هه‌لبه‌ستڤانێن رووسی: یێڤگێنی یێڤتۆشێنکۆ، ئه‌ندرێی ڤۆزنیسێنسکی و رۆبێرت رۆژدێستڤێنسکی رۆله‌که‌ مه‌زن لیستیه‌ د پێشدابرانا هه‌لبه‌ستڤانیا رووسیدا د نیڤێ دوهه‌میندا ژ سه‌دسالیا بیستان، هه‌ر یه‌ک ژ وان ده‌نگه‌کی تایبه‌تیه‌، هه‌ر یه‌کی ژی رێچه‌که‌ خوایی کوور و درێژ د لیتێره‌توورا رووسیدا هێشتیه‌.

سه‌ردۆره‌ک ژبۆنا هه‌لبه‌ستخواندنێ

ئه‌ز ل ڤر ژی دخوازم چه‌ند رێزان لسه‌ر هونه‌را هه‌لبه‌ستخواندنا هه‌ڤپیشه‌ێن بێڵایێ بنڤیسم: د ده‌مناندا ئه‌ز ل هه‌لبه‌ستخواندنا هه‌رسێ هونه‌رمه‌ندێن مێر ئامه‌ده‌بوومه‌ و من ب زندی ل خواندنا وان گوهدارکری؛ ێی. یێڤتۆشێنکۆ وه‌ک جادووبازان مه‌را دکه‌ ناڤ ناڤه‌ڕۆکا هه‌لبه‌ستا خوه‌، ئه‌و ئاواز و ریتما رووسی ب گیان و هه‌ستێن مه‌را ڕا به‌ردده‌. نه‌ ته‌نێ ل مۆسکۆ، لێ ل بۆنێ ژی ئه‌ز د وێ ئه‌تمۆسفێرا جادووییدا ژییام.

جارا یه‌که‌مین ئه‌. ڤۆزنیسێنسکی من ل فاکوولتێتا مه‌، ل زانینگه‌ها مۆسکۆ بهیست، چه‌ند ئه‌کته‌ر ژی هاتبوون ئاریکاریا وی بۆ خواندنێ، لێ ده‌ما ئه‌و دچڕکینه و بێژه‌یان ب هێز ژ گه‌وریێ ده‌ردخینه‌ و کیتا داویێ هێزدار و درێژدکه‌، وێ چاخێ تایبه‌ندمه‌ندییکه‌ ڤۆزنێسێنکی هوکاردار د هه‌لبه‌ستێدا په‌یدادبه‌.

د ئێڤاره‌که‌ مۆسکۆیدا، ل داویا سالێن هه‌فتێ که‌نالا تێلێڤیزیۆنی یا یه‌کێ ئێڤاره‌که هه‌لبه‌ستخواندنێ ژێ ڕا ئاماده‌کر، هه‌لبه‌ستڤان ب ڤان په‌یڤان ده‌ست پێکر لگه‌ل مووزیکێ و مۆری ب گۆڤدێ من ڕا هاتن:“  ڤۆزله‌ژیتی \ ڤینکی \ نه‌ نێبۆ \ ڤۆزله‌ژیتی \ ڤینکی \ نه‌ مۆرێ \ ڤۆزله‌ژیتی …“  (دینه‌ \ تاجه‌گولان \ ل ئه‌سمێن \ دینه‌ \ تاجه‌گولان \ لسه‌ر ده‌ریایێ \ دینه‌ … رۆژا دن ئه‌ز چووم با برایێ هه‌لبه‌ستڤان عه‌بدوڵڵا په‌شێو هه‌لبه‌ستا خوا یا نوو، نایاب „سه‌ربازی ون “ ژ من ڕا خواند، ئه‌ز شابووم، من گۆت ته‌ ژی دهۆ گوهداری ڤۆزنیسێنسکی کربوو، گۆت ئه‌رێ. من ئه‌و هونڕاوه‌یا وه‌رگه‌راند عه‌ره‌بی، ئه‌و پڕ ب دلێ عه‌بدوڵڵا ژی بوو.

ر. رۆژدێستڤێنسکی ژی ب ده‌نگێ خوایی هنه‌کێ که‌که‌چ و ب شه‌وات خه‌مگینیێ ب خواندنا به‌رهه‌مێن خوا ڕا ل مه‌را دبارینه‌.

د نیڤێ سالێن هه‌فتێدا ژ سه‌دسالا بۆری ل ناڤ بڕه‌که‌ خوانده‌ڤانێن فاکوولتێتا مه‌ یا رۆژنامه‌ڤانیێ ژینه‌نگاریا یێ. یێڤتۆشێنکۆ ب نهێنی به‌لاڤدبو. شانسا من ژی هه‌بوو، کو یه‌که‌مین به‌رهه‌ما ڤه‌په‌نی ب رووسی ل مۆسکۆ بخوینم. د وێ به‌لگه‌هێدا هه‌لبه‌ستڤان لسه‌ر زۆرداریا ستالین نڤسیبوو. وێ چاخێ نڤیسه‌ڤان ژ ب. ئه‌خمه‌دۆلینا حه‌زدکر. هین ل بیرا من نه‌چوویه‌، کو د رۆژه‌که‌ هه‌لبه‌ستخواندنا وی‌ دا بێڵا سۆز دابوو یێ وه‌ره‌ گوهداریێ. وی نڤسیبوو، کو د ناڤ ئه‌ونا هه‌زار چاڤاندا، چاڤێن بێڵا ژی وێ ل من بنڕن. ئه‌و پاشێ پڕ ل چاڤێن هه‌ڤ ته‌ماشه‌دکن، ده‌ما بێڵا دبه‌ هه‌ڤژینا وی یا یه‌که‌م. پشت ڕا بێڵا شوو ب جه‌ند مێرێن دن ڕا دکه‌.

د 10.4.1937 دا بێڵا‌ ئه‌خماتۆڤنا ئه‌خمه‌دۆلینا ل مۆسکۆ ژ باڤه‌کی ته‌ته‌ر و ژ دێیه‌که‌ رووسی ـ ئـیتالی دبه‌ و رۆژا 29.11.2010 ل نێزیکا مۆسکۆ ل پێرێدێلکینا ڤی دنێ ب جی دهێله‌. هین د دبستانێدا ئه‌و هه‌لبه‌ستان دنڤیسه‌. ژ سالا 1955 تا 1960 ل ئینستیتووتا لیتێره‌تووری یا ب ناڤێ مه‌کسیم گۆرکی دخیونه‌. د وێ ده‌مێدا جاره‌کێ تێ ده‌رکرن، چنکێ پشگرییا ژه‌هرکرنا بۆریس په‌ستێرناک نه‌کر، لێ جاره‌که‌ دن وێ ڤه‌دگه‌رینن ئینستیتووتێ. دیوانا یه‌کێ „ستروونا“ (تێل) سالا 1962 به‌لاڤدبه‌. ئه‌و د ناڤ هه‌ڤپیشه‌یاندا رند ده‌نگ ڤه‌دده‌. هه‌رسێ هه‌لبه‌ستڤان یێڤگێنی یێڤتۆشێنکۆ، ئه‌ندرێی ڤۆزنیسێنسکی و رۆبێرت رۆژدێستڤێنسکی ئاریکاریا وی کرن، کو ئه‌و بوو یه‌ک ژ هه‌لبه‌ستڤانێن ناڤدار. تا سالا 2000 بیست و هه‌یشت دیوانێن هه‌لبه‌ستڤانێ به‌لاڤبوونه‌. لێکۆلینا وێ لسه‌ر ئه‌لێکسه‌نده‌ر پۆشکین و میخائیل لێرمۆنتۆڤ ژی پڕ نرخداره‌ و هه‌روه‌ها وه‌رگه‌را به‌رهه‌منه‌ هه‌لبه‌ستڤانێن گرۆزینی (جۆرجی) بۆ رووسی. ب. ئه‌خمه‌دۆلینا یه‌ک ژ هه‌لبه‌ستڤانێن ناڤداره‌ ل رووسیایێ.

ب. ئه‌خمه‌دۆلینا ل ئالیێ ره‌خنه‌ڤانين دژی سیستێما سۆڤیێتی ژی ب قه‌هره‌مانی دما، ئه‌وێن مینا ئه‌ندرێی سه‌خارۆڤ، لێڤ کۆپۆلێڤ ـ ئه‌و کۆپۆلێڤێ ده‌ما ئه‌نتیمرۆڤان ل به‌غدادێ باژارێ کوردستانێ حه‌له‌بجه‌ گازکرن، نامه‌یه‌که‌ پشگریێ ژ نڤیسه‌ڤانێ ڤان رێزان ڕا شاند ـ و یێن دن، له‌ما ژی ئه‌و پڕ هات ئێشاندن، وێ دگۆت „ئه‌ز نه‌ ژنه‌که‌ سیستێما کۆله‌داریێ مه‌“.

‌هه‌لبه‌ستڤانییا ب. ئه‌خمه‌دۆلینا چاوا پسپۆرێن رووسی دبینن، کو ئه‌و هه‌لبه‌ستڤانییه‌که‌ ڤه‌کرییه‌، هه‌می فێنۆمێنێن ژیانێ، گه‌ر چقاس بچووک بن ژی، ب ده‌ست وێ دا دبنه‌ سیمبۆلنه‌ هه‌لبه‌ستڤانی. ژ وێ ڕا „نه‌ ستاتیکا (ره‌وشا هێمنی د کێلی ده‌مه‌کێدا) لێ دینامیکا (لڤا پێشکه‌تنێ د ده‌ما گوهارتنا بوویه‌راندا) ریتما هه‌لبه‌ستا ئه‌خمه‌دۆلینا نومادکن. د ده‌ستپێکا به‌رهه‌مڤانیا خوا دا وێ ب ئاوایه‌کی‌ فه‌ره‌ بێژه‌یێن سه‌رسوڕمایی بکاردانین … لێ پاشێ هه‌لبه‌ستڤانیا وێ ساده‌ و ئێپیکی بوو“. ئه‌ز هێڤیدکم، کو پڕانیا هه‌لبه‌ستڤانێن مه‌ یێن کورد ژی خوا ژ وێ گێژه‌شێتیێ رزگاربکن و ڤه‌گه‌ڕن ژیانا رێئال، لدۆر خوا بنڕن، ب دلسۆزی و ب گه‌رمی په‌یاما هه‌لبه‌ستڤانیێ بلندبکن.

دو که‌نالێن تێلێڤیزیۆنی رووسی ت ر ت و که‌نالا یه‌کێ، ئه‌وێن بۆ ئه‌ورۆپا تێن وه‌شاندن د 29 \ 30 .11.2010 دا پرۆگرامێن تایبه‌تی ب بوونه‌یا مرن و ڤه‌شارتنا هه‌لبه‌ستڤانێ دوباره‌ و ئاماده‌کرن. د وان که‌نالاندا راینه‌ بالکێش هاتنه‌ گۆتن، یه‌ک ژ وان پسپۆران یێ ب ناڤێ ئه‌رفیێف ـ ئه‌و ژی د ده‌ما برێژنێڤ دا هاتبوو تاراوگه‌هکرن و بێڵڵا سه‌ردانا باڤێ وی دکر ـ وه‌ها گۆت: “ بێڵڵا ئه‌ڤینا ژیانێ راڤه‌دکر“ یه‌کی دن ژی ئاخڤی: „ئه‌و ده‌نگێ نفشان بوو“.

ئه‌ڤ دو هه‌لبه‌ستێن ل ژێرهاتی من ژ پرتووکا “ مێتێل“ (بابه‌رف، باده‌ڤ) ئا سالا 1977 ل مۆسکۆ به‌لاڤبوویه‌ وه‌رگه‌راندن. مخابن هه‌ر ئه‌و به‌رهه‌ما د پرتووکخانه‌یا من دا هه‌یه‌.

بۆن 29.12.2010

کی زانه‌ …؟

کی زانه‌، ئه‌زێ هین چقاس بژیم؟

ئه‌رێ، کێم ده‌مه‌کێ یان هه‌رده‌مێ!

ئه‌ز به‌رخوداریا جیهانێ دکم

بۆنا وێ کێم ده‌مێ و هه‌رده‌مێ.

گه‌ر چ ژی ببه‌، خوا ناچه‌مینم،

ته‌نێ ب ساناهی پیرۆزدکم:

خه‌مگینیا ته‌ یا زووره‌ڤۆکی،

و بێده‌نگیا خوا یا داوینی.

لاڤـــــــــا

هوون مه‌گرین لسه‌ر من! ئه‌ز دژیم؛

ئه‌زا خه‌مگین هه‌ژار، رندا بێگار،

باشووررییا ل باکوورا ساویر،

ل ناڤ ئێشا زراڤا زیاندار،

دژی ب له‌رزه‌تایێ ل باشوور.

هوون مه‌گرین لسه‌ر من! ئه‌ز دژیم؛

ئه‌وا کوله‌ک لبه‌ر په‌رستگه‌هێ،

ئه‌زا سه‌رخۆشمایی لبه‌ر سفرێ،

و ئه‌وێ نمێژدکه‌ بۆ خوه‌دێ،

ب ئیکۆنکێشێ نه‌دار ڕا – دژیم.

هوون مه‌گرین لسه‌ر من! ئه‌ز دژیم؛

ئه‌و که‌چا تێگێشتی، یا ره‌وشه‌نبیر،

یا د ده‌م وه‌رێدا هین نه‌دیار،

هه‌لبه‌ستێن من، ته‌مریا سۆره‌زه‌ر،

وه‌ک ئه‌فسه‌نه‌ بێم ناسین – ئه‌ز دژیم.

هوون مه‌گرین لسه‌ر من! ئه‌ز دژیم؛

ئێی خویشکێن دلنارین و دلۆڤان،

ل جه‌نگا بێهوود، به‌ری بمرم،

ل بن وێ ستێرا خوا یا ره‌وشه‌ن

و ب چ تۆنی به‌ ژی، هه‌ر دژیم.

ئه‌ڤ نڤیسا د کۆڤارا „ڕامان دا، هه‌ژمار 167 ، 5.4.2011 به‌لاڤبوویه ‌*

Federico García Lorca (1898 – 1936)

 

Paxşana dawiyê 

Keviran davêjin esmên

(Fragment)

                                 Husên Hebeş

 Pêşgotin ji vê minhoyê re:  Ev minhoya „Keviran davêjin esmên“ perçepaxşana dawiyê ya Fêdêrîko Garsiya Lorka nivisiye. Xizmeke wî  di sedsaliya bûyûna Lorka de, li  mala wî  dîtibû, û ew di rojnama spanî  ABC –ê de belavkir.  Wêjevan Ines Hagemeyer ew têksta wergerand elmanî. I. Hagemeyer li Berlinê hatiye dinê, li gel malbata xwe çûye Ûrogway, li Motêvêdyo mezin bûye, li wir û li Elmaniya xwendiye. Wek mamosta zimanê elmanî li Geothe-Instit, li pir welatên spanîaxêv xebitiye. Ji sala 1981 –a de di redeksyona kovara „Dichtungring“ de dixebite, min ew di civîneke rêxistina Yekîtîya Nivîskarên Elman li Bonnê naskir û  jê  xwest, ku rê bide min ez jî vê berhemê wergerînim kurdî. Di nameya xwe ya di 30.06.2005 – de ji min re nivisîbû, şabûna xwe numakir bi wê pêşnîyazê û rêdana wergerê da min. Ev jî werger e:

 Gavê keviran davêjine esmên, sirweya êvarkî dilerze! Weha ji min re cobara meng şirovedike, çawa ji wan candaran ditirse. Ji dûr ve min carekê dît, ku kalemêrek û xortek dihatin. Rûyên wan sirrîbûn û destên wan dirêj dirêj bûbûn. Dema herdu seyrangeran helperrîna matmayîye keviran li nav kewşenê dîtin, ew di cihên xwe de rawestiyan. Û yê xort got: „Zaro deriyê camanî kervirdikin.“ Liser wê yekê kalemêr bersivand: „Ew bimeraq li abedînê digerrin û di ber re keseran dikşînin.“

 Derbasbûna keviran di ser wî pêpşgirrê neçemyayî re bizaveke pesindar ji binketina kuştinî re peydakir. Bi saya kirina dilê hêzdar kereste (madde, Materie) tê vejandin. Ew kevirên li nîvê rê ketine, tibê ew dudilî ne li wê mirinê. Hin jî serikên xweye pêrryanî xwarkirin û binermî dahatin. Hineke din jî xwavêdihatin wek çavine vekirî, çawa ku tîreke birûskanî li wan dabe û kwîrkiribin. Pirraniya wan bişayanî tewjma bayê guhêrbar gotirkirin, û hercarê gava li orta dîwarê çavrênekirî diketin, ew bisergêjî û xwîlibûyî li ser erdê toldibûn.

Kevirên ji aliyên zaroyên porreş, porsîs û porqehwerengî de dihatin avêtin. Her kevirek xwedî rengek û têvel hest bû. Hinek ji wan mîna pozê tîrekê bûn, hinek jî nola serê ava ji bîrekê de hildavêt bûn.

 Kalêmêrî rêwî bixemgînî li komika zaroyan nirrî û axaft: „Xwedê çivîk afirandin, dema kevir avêtine asmên.“  Û şevê dest bi gerrîna xwe kir.                         

 Wergera Ines Hagemeyer, 1998

Wergera Husên Hebeş  12.07.2007

Ji helbestvaniya ermenî

Husên Hebeş 

Serdorine bîranînî

 Hevnasîna min bi ermeniyan re vedigere dema zaroktiyê; her havînekê qelancîyek ji Helebê dihat gundê me, li mala me dima û fere (feraq, aman) qeladikirin. Wî qelancîyî – nav natê bîra min – şekirê behîvî bi xwe re danî û dida me, lema jî em zaroyên malê pir şadibûn bihatina wî.

Payîzê jî sabûnçêkirek bi navê Agop dihat mala me, çend rojan dima ta sabûna salê çedikir. Ew karsazina salane dihatin û diçûn; ew bûbûn dostên malbatê. Êvarekê yê qelancî çêra bidarvekirina qehremanê kurdan Şêx Seîdê nemir kir, wî bi xwe – çawa ji me re digot – di roja darvekirinê de ew mêrxasa dîtibû, ku “Şêx Seîd xwediyê çavine mezin bû, û tirkan ew bidarvekirin“. (ev hevoka tenê di bîra min de mayî).

Gava ez hinekê mezintir bûm, min zanî ku ew jina li mala me dijiya, ya me vê re digot meta Mêrem, ew jî ermenî bû. Keçeke biçûk ji ber serjêkirinê ji ber destên tirkan revî bû, nizanim bi çi tonî hatibû mala me, lê wêneya wê bi zorê tê bîra min, jineke sîs, bejinbilind, fîstankî sor gulgulî lê bû, ji sehrîncê dihat, satilek avê bi dest de bû. Paşê naskirina min bi gelê ermenî pirtir bû û hezkirina min jê re mezintir bû.

 Jihevhezkirina gelan tepela serbilindiyê ye;

Jihevhezkirina gelan peyama mirovatiyê ye.

 Ev e rastiya helwesta kurdan ji mirovatiyê re.

 Lê me kurdan çi ji hezkirina karbidestên gelên hevsê (cîran) ereb, faris û tirkan dîtiye, jibilî bêbextî, talan û kuştinê!! Ma ewê kanibin rojekê hestbikin, ku hezkirina mirovatiyê ji wan re erk e!?

*          *          *

 Di 4-ê tebaxa 1977-an de, berî sîh û yek salan li Mosko „dota“ (qîz) min Larîsa (me bi hev re dixwand, çend salan ez jê mezintir bûm, bi henekî bi min re digot „bavo“) telefon profesora navdar ya lêksiyon ji me re liser lîtêretûra rûsî ya salên bîstan ji sedsala borî dixwandin, kir, got ez û „bavê“ xwe tên cem we malê û di nav gotinên telefonê re bi devbizeyî ragehand, ku „bavê“ min helbestvanekî kurd e.

Galîna Andrêyêvna Bêlaya li Ekadêmiya Rûsî ya Zanistî dixebitî, xwandevanên fakûltêta me bexetwar dibûn bi lêksioynên wê, lema jî hola wê tim tijî xwandevan bûn. Ez pir şabûm bi pêşniyaza „dota“ xwe, min çend helbestên xwe yên wergerandî rûsî bi xwe re birin û me da rê. Derî ji me re vekir û bi rûkenî pêşwazî li me kir. Firavînek ji goştê qazan amade kiribû. Piştî firavînê keçê hinekê „bavê“ xwe pê da nasîn û wê mezin ê got, ka ez li helbestên te temaşebikim.

Şîret li min kirin, got, divê tu Pûşkîn, Blok, Zoşênko, Axmatova û hineke din rind bixwînî. Û ji min pirskir, tu niha çi berheman bi rûsî dixwîn? Wê çaxê berhema Resûl Hemzatov „Dagistana Min“ navdabû, min bi xwandina wê bersivand – wê demê li Soviyetistan û bi taybetî li Rûsyayê mera karên wêjeyî yên kilasîkan û navdarên hevdemê nexwandiba, ew yek ji şermezariyan bû – rabû ji pirtûkxaneya xwe entelogiya „Poeziya Armenî“ (Helbestvaniya Ermêniya) derxist û bi van hevokan pêşkêş kir:“ Husêynê giranbiaha – yadgarîya hevdîtinê – bi baweriya bi xebat, behredarî û serketinê. 4.8.77 G. Belaya „ Zanaya mezin telefona xwe jî nivisî, got, her demekê tu kanî telefonbikî, eger pirsên te hebûn.

Helbestvaniya Ermêniya ji 543-ê rûpelên dîna 4-e. Ew di bin redekturiya Valêrî Bryosov de, sala 1916 û 1973-an hatiye çapkirin. Navdartirîn helbestvanên Rûsyayê di wergera wê de pişkdarbûne. Ji pişka „ Ji kevnartirîn istiranan“ çar berhem hatine balav kirin, min du ji wana wergerandin kurdî û vê nivîsarê pêşkêşî giyana meta Mêrem dikim.

Bonn, 4.8.2008                                                                                                                                             

Bûyîna Vaagan *

Erd û esman bi êşên welêt dinalîn,

Derya bi janên welêt bi xwînê sorbûn.

       Ji avê levenal derket,

       Ji gewriya wî dû derhat,

       Ji gewriya wî pêt derhat,

       ji wê pêtê mêjok derket,

       Û porê wî ji êgir bû,

       Rîha wî jî agirî bû,

       Û wek rojê rûpîroz bû.

 Vaagan di mîtologiya ermenî de Xwedê ye.

 (Ev berhema min di 8.10.1990 de ji rûsî wergerand. Di 23.5.1992 û di 4.8.2008-an de careke din di ser re çûm. HH)

 Istirana liser berbangê

 Wê zû bibe ronî,

Qencî ye ronahî!

Çivîk di hêlînê de,

Mirîşk di pînikê de.

Tiral bi xwînsarî rûdine,

Karkir bo xebatê dileze.

Derîyê esmên liser piştê vedibe:

Li wir text û taca zêrînî bilind dibe,

Isa Mesîh liser kursîyê rûdine,

Li hember wî munewer * radiweste ,

Pernivîsê zêrîn bi dest wî de ye,

Rindî û nerindîyê dinivîse,

Bona qenckar bi komkanî şabibin,

Bona gunehkar bi komkanî bigrîn.

* Mebest ji munewer, Grîgorîyê Ermêniya ye.