Kategorie: ziman

Lêgerîna Zaza

Berhma zimanzanê mezin rehmetî Qanatê Kurdo nû di Belavgeha Hogir de derket. Tosinê Reşîd ew ji rûsî wergerand kurdî û zimannasa naskirî Zera Ûsib redektoriya wê kiriye.
Bi lêgerîna dengnasî, morfologî, hevoksazî, bêjenasiya zaza û hemberî hevkirina bi kurmancî û carna jî bi soranî re, Qanatê Kurdo tê ser wê baweryê, ku zaza bi peyvnasiya xwe û bi taybetî, bi fonda peyvên bingehîn berî her zaravekî dine kurdî digîhne zaravê kurdîyî bakur-kurmancî. Ev jî raya zimanzanên dibistana Lênîngrad û Sankt-Pêtêrsbûrgê ye. Bihayê pirtûk: 15,00 Euro ye û 2 Euro jî lêçûna posteyê bona welatên ewropî. Hûn kanin wê bi ISBN 978-3-935191-12-8 yan jî ji vê mailê daxwazbikin: husseinhabasch@gmx.de.Umschlag_Web

Advertisements

Mezinahîya gelê kurd

(Bi bûneya cejna zimanê dayîkê)

Ez xwe biçûkê biçûkan dibînim li hember heyîna me ya kurdanî; fîlosofî, lîtêretûrî, dînî û di her biwarên çandî de, herweha beramber mêrantî û cangorîya vî gelî, ku niha hemî dinya zanê, ku çiqas dilsoz e bona parastina bayexên xwe yên netewî û mirovatî. Lê xwe biçûk jî nabînim li hember antîkurdên kurd, ên bi dirêjahîya dîroka me her koletî û nokertîyê ji neyarên me re dikirin û dikin.
Helbet bûneyek heye, ku ev çend rêzina li vir têne tomarkirin; va sê heftene em – du îranînasên elman navdar û nivîsevanê van gotinan – di coşa dîtina peyveke kurdî de ne, me ew di nav helbestvanîya klasîkî kurdî de; Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Wida`î û yên din de dîye.
Dîyrdeya nû ji me re ew e, ku çawa peyvek, kanê şaristanîya gelekî nimabike û ewna guhartina di dîroka lêkolînên zimanên aryayî û îranî de bike, ku ew ji kûranîya zimanê kurdî derketibe.
Em hersê niha bi vê şanazîyê dijîn, ta hûn jî û tevahîya xizmên me ji gelên aryayî û îranî bi vê serketinê şabibin, divê hûn hinekê çavrêbikin, ta lêgerîna me digîhne qonaxa dawyê.
Ma ji vê nivîsê bêtir mera kanê tiştekî din bibêje, di roja zimanê dayîkê de?!
Û hîn mijdeyeke din jî, di demeke nêzîk de „Lêgerîna Zaza„ ya zimanzanê navdar Qanatê Kurdo amadekiribû wê bikevê destên pispor û xwandevanan.

Bonn, 21. 02. 2016

Gelebte Mehrsprachigkeit:

Gelebte Mehrsprachigkeit:
Zungenbrecher, Lieder, Kinder- und Abzählreime, Bewegungsspiele
Sprachstark    Kurdisch

Bezirksregierunga Kölnê bayexeke mezin dide zimanê dayîkê li dibistanan, lema jî ji zû de dest bi belavkirina mijada:“Jiyandina pirzimanî” kiriye û di bin peyva “Hêzdariya zimên” rêzepirtûk bi zimanên cuda belavkirine, ta niha ew bi heyşt zimanan belabvûne. Zimanê kurdî jî cihê xwe di nav wan de girtiye. Ispasdarî bona berpirs û karmendên „Abteilung 4 – Schule, Dezernat 41 – Arbeitstelle Migration.
Ev berhma bona mamosteyên elman ên li dibistanên serekîn dixebitin hatiye amadekirin. Berhem bi kurdî (kurmancî-soranî) û elmanî ye, ligel CD.

Lecexwandin

Dezgeha dibistanî (Schulamt) li bajarê Bonnê lecexwandina (Lesewettbewerb) bi zimanên dayîkê; erebî, ispanî, kurdî, rûsî, tirkî û elmanî di 12.05.2015 de li Johannes Rau Schule pêktîne.
Ew şagirtên pileya yekê di xwandinê de wergirin, wê ji aliyê şarederê bajêr ve bê xilatkirin.

Bonn, 11.05.2015
H. Hebeş

Vortrag in Oer-Erkenschwick

DGB-Bildungswerk
c/o Gewerkschaft Erziehung und Wissenschaft
Nordrhein-Westfalen

INTERKULTURELLE ERZIEHUNG UND HERKUNFTSSPRACHEN
UNTERRICHT IN KURDISCH

09:00 Uhr Referat :“ Normen der Rechtschreibung des Kurdischen „
Gotarvanî: „Awayên rênivêsê (Orthografî) di zimanê kurdî de“
Referent: Dr. Hussein Habasch, Sprachwissenschaftler und Lyriker,

Gotarvan: Dr, Husên hebeş, helbestvan û zimanzan.

Anschließend Diskussion

Samstag, den 21.02.2015 in Oer-Erkenschwick, Salvador-Allende-Haus.Vortrag

Berv bi jikuhatina (êtîmologiya) zimanê kurdî Peyva Leng di zimanê kurdî de

                                                                              Husên Hebeş & Sebastian Heine

Di lêkolîna Werner Sundermann de „Der Sermon vom Licht-Nous ..“ ( gotara ronîcan) weha nivîsa Manî (216 – 277) bi zimanê parthî hatiye:

75      pnjwm kw nz dwls ̕ wd nz lng[   ].1, S.72.) wergera wê bi elmanî: Fünftens, dass er nicht *falsch und nicht *schand[bar redet]. Ew bi kurdî: a pêncê, ku ew ne bisexteyî û ne bikrêtî diaxife.

Ji mera li vir peyva parthî lng [lang] û bilêvkirina wêya kurdî her wek ya parthî leng giring e, em dixwazin liser jikuhatina (etymologie) wê hinekê rawestin, weha leng di zimanê kurdî de:

leng 1 çewt, nerast, şaş, giroveya wî leng e, 2 kulek,   şel; şî ̕ rî naṟêk; wêstan le şwênêk; di Ferhenga Xal de hîn ev şêweyina jî hene: lenge; lengekirdin; lengeleng; lengî; lengîn. 2. r. 260 – 261), bi horamî jî ew weha hatiye: leng, lenge; lengbîyeyî; lengkerdeyî, lengnayî; wateyên wan: şel; nahawsan; lerze; lengbûn; lengkirdin; lengandin, 3. r. 865); di jêdera Çeko Kocadag de Kirmanckî (zazakî) de jî leng; lengayene; lengîye weha rêzbûe; û bi arşa kulek tê nasîn. 4. r. 244). Peyva leng di piraniya ferhengên kurdî din de jî hatiye nasandin, bo nimûne binêre FKN. 5, r. 329), herweha di KED, r. 348 de jî û Chyet jê re ciyoka topel daniye; ew wateye hunekê jê dûr e, ravekirina wê bi înglîzî lame (kulek, şel ) rast e 6) lê di Wişenamekî.. de ew tune ye. 7)

Di Mewlûda Melayê Bateyî de peyva leng hatiye bikaranînin: doredora karwanê lenkê û lok / ker ji çûnê bûye Haris ma xudok. 8. r. 78.) Ev malka di berhema M. Xalid Sadînî de bi vî cûreyî tomarbûye: Dore dora karwanê leng û lûk / ker ji çûnê bo û Haris ma xudok, 9. r. 213). Di Mewlidnameya Husêyn Elertoşî de, di pirtûka Behcetul Enam de jî cihê wê malkê heye: Dore dora karwanê leng û log / ker ji çûnê buwe Haris ma xudok. 10. r. 157). Piştî beramberhevkirina çavkaniyên ciyawaz û da ev malkina bêne tekûztirkirin, em dibînin wê rastir be, eger em wan ligor kêşa wanî helbestvanî tomarbikin: Doredora karwanê leng û log / ker ji çûnê bû Haris ma xudok. Weha dinime ku kêşa wan deh birkeyî ye.

Çawa di kurdî de leng hatiye, weha jî di zimanê Parthî de, di § 75 de ji têkstên parthî weha nivisîne: lng [lang] 1) bilêvkirina wê wek a kurdî leng e, lê ravekirna wê hinekê arîşe li ba Sundermann peyda kirine, ew bi vê nîşanê *) destpêdike, ew jî li vir bi wateya nenasîna peyvê tê û li hemberê bêjeya elmanî „schandbar“ dinivîse 1. r. 149) bi kurdî ew dibe, riswayî, kirêtî, raholî û di komêntara wê de dinivîse, ku ew bi şêweyên lng̕ r yan lang̕ ryft bêne temaşekirin, dîsan jî tu wate jê re nehatiye dîtin, paşê ew xwe ispardeyî peyva farsî nû langak dike, ku ew bi maneya „ krêt û nedostanî“ tê 1, r. 116), lê di wergera wê de ew çawa „Schaden“ anku ziyan hatiye 1, r. 73). Di ferhenga M. Boyce de ku ew ji mera jêdera serekîn e her lng tune ye 11). Ferhenga DMT pênasîna wê ye Parthî nimadike, wateya wê bi înglîzî dinivîse: disgraceful, bi elmanî dibe schändlich,(ziyandar) skandalös, (riswayî) 12. r. 222).

Di rûpela 576 de ya „ferhenga“ Tsabolov “jikuhatina” peyva leng hatiye, lê mixabin raveya wê nerast e. Ferhengvan leng gihandiye zimanê senskrîtî 13) û ew xwe dispêre ferhenga Mayrhofer 14. 111, r. 86). Em li wê ferhenga pirgiranbiha vegerîn, me ew bêjeya di wir de, nedît. Herweha Tsabolov nivisiye, ku ew di zimanine îranî din de jî heye, me ew di wan zimanan de jî nedît, *) ew tenê di farsiya nû de heye.

Peydabûna denganiya „L“ di zimanên îranî kevn de nediyar e; ne dûr e ew cara yekemîn di zimanên îranî navîn de bi awayekî neserekîn peydabûbe. Peyva leng her di parthî, kurdî û di farsiya nû (fn.) de heye, mera kane bêjeya fn. lengak çawa „ziyandar“ beramber leng bike 15. r. 1129), lê peyva fn. dibe ku peyveke ferhengî be, belgeheke weha di ferhenga Laristanî de heye, ew bi wateya „çewtanî di amadekirina karekî de“ hatiye 16, r. 191). Kevntirîn jêder ji lêksêma (lexem) leng re zimanê parthî ye. Dibe ku ji parthî ketibe nav farsî.

 

Jêder:

  1. Sundermann, W. Der Sermon vom Licht-Nous, Akademie Verlag, Berlin 1972.
  2. Ferhengî Xal, cizmî sêhem, nûsrawî Şêx Mihemedî Xal, çapxaney Kamerany, Silêmanî, 1976.
  3. Wişename, Horamî Kurdî Naweṟast, daner Cemal Hebîb Allah (Bêdar), Hewlêr, 2010.
  4. Ferheng, Kirmanckî (Zazakî) – Kurmancî; Kurmancî Kirmanckî (Zazakî) Çeko Kocadag, weşanên Komkar, Berlin, 2010.
  5. Ferhenga Kurdî Nûjen, Kurdî – Erebî, Danyar Alî Seydo Alî Gewranî, Eman / Alûrdin, 1985.
  6. Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Chyet, M.L. Yale University Press, New Haven and London, 2003.
  7. Nebez, Cemal, Wişenamekî êtîmolojyay zimanî kurdî, cih ?, 2008, çapî yekemî êlêktronî, malperî http://www.kurdbun.de
  8. Le Coq, Kurdische Texte, Berlin, 1903, r. 78.
  9. Mela Huseynê Bateyî, jiyan, berhem û helbestên wî, M. Xalid Sadinî, Nûbihar, Istanbul, 2010.
  10. Mewlidname, Husêyn Elertoşî, pirtûka Behcetul Enam, Zeynul Abdîn, Mektebet Seyda Diyarbekir, 2011.
  11. Boyce, Mary, A World-List of Manichaean Middle Persian and Parthian, Leiden, Tehran-Liége, 1977.
  12. Desmond, Durkin-Meisterernst, Dictionary of Manichaean Middle Persian and Parthian, Brepols, Belgium, 2004.
  13. Цаболов, Руслан Лазаревич, Этимологический словарь курдского языка, Mоскова, t. 1, 2001.
  14. Mayrhofer, M. Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen, 3 vols, Heidelberg, 1986 – 2001.
  15. Steingass, A Comprehensive Persian-English Dictionary, ?
  16. Ahmad Iqtidari, farhange laristani, Tehran, 1955.
  • Tsabolov karek bi „kurdî“ – rûsî bi navnîşana Ferhenga Êtîmologiya Zimanê Kurdî bi du bergan (cildan) li Mosko belavkirî. Ligor dîtina min (H.H.) tu pêvendiya wê bi zimanê kurdî re tune ye; ew berhmek ne objektîv û ne cihê baweriyê ye. Di wê de daner xuyakiriye, ku zimanê kurdî her ji erebî, farsî û tirkî pêkhatiye. Bi rastî ji min re pir ne xweş e vê rastiya tal dibêjim û liber Tsabolov dikevim, ku xwe kiriye rewşeke weha. Berhemin hene navê xwediyê xwe timheyîn (abedîn) dikin, berhemin jî xwediyê xwe dikujn, bitewjmî cihê rêzdar Tsabolov ne di raya yekemîn de ye.

Bonn, 31.03.2014

Bere bere ber bi Manî (216-277) de

Ez ji kê re ji başûriyên mera dabaşa lêkolînên me liser minhoyên (têkstên) Manî bi zimanê parthî dikim yekser vê malka helbestvanê mezin Nalî (1800 – 1856) liezber dibêjin:

nûkî xamey min ke bête me̕ na arayî kemal

xeṯ be xeṯ îzharî neqşî sûretî Manî deka. (Dîwanî Nalî, Muderês û.., r.103, Dîwanî Nalî, M. Xeznedar, r. 56, 356.)

Manî bi wî şêwayî wek wênekêş, neqaş di berhemên pir klasîkên kurdên din de jî hatiye, weha Mela Husêynê Bateyî jî nimadike:

Nezer da xaneya Çînê

Ji Manî neqş û timsal in. (M.H. Bateyî, amadekirina A. Sadinî, r. 166.)

We diyardibe ku aliyine dine kesayetiya Manî, çawa fîlosof, xwediyê dînekî nû, helbestvan û … dibe behra me, lê li vir ez vegerim ser malka lijor hatî.

Bo amadekirina ferhenga Êtymologî kurdî-elmanî (jikuhatina peyvên kurdî) peyva “ara” ji min re balkêş bû. Di ferhengên kurdî de ez lê geryam û ew weha hatiye: ara  1 pêwendiya dostayetî û nasînê di navbera du kesan de, ew bi hev re ne ara ne,  2 hezkirin li xwarinvexwarin an liher tiştekî din, 3 navber, navbeyn, mabên. Di  Ferhenga QZ r. 11-12 hinekê liser jikuhatina wê tê axaftin. 4, cihê jîyîna hertimî. FHb, r. 3. 5 tepel, lûtke, Spitze, ev raveya me ye ligor vê malka Nalî: nûkî xamey min ke bête me̕ na ~yî kemal / xeṯ be xeṯ îzharî neqşî sûretî Manî deka. DNM, r. 103. (ji destnivîsa ferhenga Êtymologî kurdî-elmanî jikuhatina peyvên kurdî, Husên Hebeş & Sebastian Heine.) Min weha ev peyva amadekir û pêşniyazî Sebastian kir, ku di ferhengên dine zimanên îranî û xasma yên bakurarojavyî û senskrîtî de temaşebikin, wî got, serê xwe bêtir bi wê re meyşîne; ew ne peyveke arî ye, ew ji zimanên tirkî ketiye nav kurdî û weha nivisî: Lehnwort aus dem Türkischen, vgl. atürk. Ara, uzbek. Ara, türk.

Di jêderên kurdî de ewên li ber destên me ne, me nedît, ku tukesî jikuhatina wê diyarkiribe, lê bêjeya ara cihê xwe di kurdî de rind girtiye, bûye peyveke kurdanî û ew mebesta klasîkên me jî bûye.

Bonn, 17.2.2014

Husên Hebeş