„A.A. Stolîpîn bi daqima kurdekî“ «А.А. Столыпин в костюме курда»

Helbestvanê rosyayî navdar Mîxayîl Yoryovîç Lêrmentov (1814 – 1841) tabloportrêtek bi sernivîsa li jor hatî dikêşe. Ew portrêta li gel birek ji helbesteke dirêj (poêma) û kurteravayekê li ser kaxeteke „dîna“ 4 di roja 29 îlona 2015 de birêvabira mûzexaneya Lêrmontov li Mosko bano Kirîstîna Serîçêva pêşkeşî min kir, dema min seredana wê dezgehê kir, ku wergera xwe ji helbestine Lêrmentov dîyarî bikim.

Va ye hema sê sal in ew belgeha li ba min e, niha jî hinekê derfet peydabû, ku lê vegerim û min xwast bizanim, çima M. Lêrmentov pismanê apê û dostê nêzîk Alêksender Arkadyêvîç Stolîpîn bi daqima kurdekî kêşaye. Di „Çar Cildên Tevahîya Berhemvanîya“ M. Lêrmontov de min bersiv nedît, lema jî min du „mail“ ji K. Serêçîva re şandin û ev du pirsina jê kirin:

  1. Hûn kanin arîkarbin, ku zanibim, çima M. Lêrmentov ev sernivîsa vebrajtîye? (31.5.2018) Di dema pirskirinê de ew ne li Mosko bû, lê sozda min, eger vegere, wê bersiva min bide. Pirsa dudyê jê ev bû:
  2. Çima M. Lêrmrntov portrêta A. A. Stolîpîn bi daqima kurdekî kêşaye, ma tu belgeh hene, ku pêwednîyên Lêrmontov bi kurdan re hebûn?  K. Serêçêva bi dilsozî bersivên min dan di06. û 11.06.2018 de, piştî bi karekî dijwar rabû; li pir jêderan vegerî û bi kurtî naveroka mailên wê weha bûn: Portrêta A. A. Stolîpîn (1816 – 1858) di hizêran û tîrmeha 1841 de Lêrmentov kêşa, di çûyîna xwe ya dawî de bo Qefqazê, li wir, li bajarê Pîyatîgorsk bi hev re di leşkerîyê de bûn.

Li ser pêwendîyên M. Lêrmentov bi kurdan re tu belgeh tune ne. Kurd wê demê li Corcîya (Grozîya) dijîyan. Ez bawerdikim, ku portrêteke weha, borcdarîyeke taybet e ji moda cilên nîvê yekê ji sedsala 19 re, di serdema ku bûneyên sîyasî û cenganî li Qefqaz li împêrîyên osmanî, farsî û li ewropayê balkêsîyeke mezin di edebîyat û wênekîşêyê de, di mijada Rojhilatê de hebû.

Portrêta Stolîpîn – Kurd mîna portrêtên Lêrmontêv ên ji zû de, di destpêka salên 30 de kêşabûn tîne bîra mera. Lê çawa dixuye tu pêwendîyên Lêrmentov ên kesayetî (şexsî) bi tu kesî kurd re ne aşkere ne, lê wî li ser kurdan xwandîye, jiberku di kêşana portrêtên din de jî weha kirîye.

Têbînî: Portrêta A.A. Stolîpîn ya rengîn min ji înternêtê kopîkir, ewa bano K. Serîçêva dabû min reşûsipî bû.

 

Bonn 18.07.2018

Husên Hebeş

Advertisements

Ew kanê tim dibare bibe (es kann immer wieder geschehen)

Ev helbesta yek ji serketîtirîn berhem e di helbestvanîya cîhanî de li gor raya min li ser hovîtîya hovên agirê kuştina mirov û siruştê bilindikin. HH

 

Piştî min dayîka xwe veşart
û di nav tava qunbilan re ji goristanê vegerîm,
piştî min çeka birayê xwe da serbaz,
gava wan ew bi çarşefeke şiprzeyî vegerandin,
piştî min rivîn di çehvên zaroyên xwe de dîtin,
çawa ew revîn jêrxanî di nav circên kirêt de,
piştî ku min rûyê jineke pîr bi paçekî paşkir,
ewa sawdar, ku ez wê binasim,
piştî min dît, çawa seyekî birçî
li qunckî çarşîyekê brîneke xwîn jê diherike, dalêse,
piştî hemî van bûyerina,
ezê bi dilînî helbestan mîna agehîyan binivîsim,
weha vekirî û ne balkêş, ku ez kanibim wan jibîrbikim
di dema, kesek li çarşîyê ji min bipirse:
Çima tu helbestan dinivisînî mîna rojnamevakî, ku jê re hemî wek hev bê?

GOARAN SIMIC, Bosnîya – Sarayêvo (1952)
Ji „World Poetry, Almanac 2010“
Germain Droogenbroodt – Wolfgang Klinick wergerandine elmanî
Husên Hebeş ji elmanî wergerand kurdî

ITHAKA 528

Lesung und Diskussion Xwandin û gengeşe


Moderation: Christiane Graff

Thema: Die Muttersprache als Ausdruck der kulturellen Identität

Mijad: Zimanê dayîkê çawa derbirîna pênasîna çandî

Der Dichter Hussein Habasch liest (Kurdisch, Deutsch, Englisch und…) für die Schülerinnen der Oberstufe des Sank-Adelheid-Gymnasiums aus seinen Werken

Helbestvan Husên Hebeş li Gymnasiuma Keçan helbestine xwe bi kurdî, elmanî, îngilzî û bi zimanene din dixwîne

am 27.06.2018 von 11:45 Uhr bis 12:30 Uhr  im Theatersaal, Sankt-Adelheid-Gymnasium

Lesung und Diskussion Xwandin û gengeşe

 

Moderation: Christiane Graff

Thema: Die Muttersprache als Ausdruck der kulturellen Identität

Mijad: Zimanê dayîkê çawa derbirîna pênasîna çandî

Der Dichter Hussein Habasch liest (Kurdisch, Deutsch, Englisch und…) für die Schülerinnen der Oberstufe des Sank-Adelheid-Gymnasiums aus seinen Werken

Helbestvan Husên Hebeş li Gymnasiuma Keçan helbestine xwe bi kurdî, elmanî, îngilzî û bi zimanene din dixwîne

am 27.06.2018 von 11:45 Uhr bis 12:30 Uhr

im Theatersaal, Sankt-Adelheid-Gymnasium

Dengên xwe medin kuştina kurdan!

 

Dengên xwe medin kuştina kurdan!

Bo R. T. Erdogan çend dengan ji nijdaperistên tirkan werbigire propegenda bi kuştina kurdan dike, cudahî tune ye, kurd li kuderê bin, ya sereke ji wî re her nehêştina kurda ye.

Bo kurdina li Bakûr û li Tirkîyê bi ser xwe ve bîne, propegenda islamtîyê dike. Îslamîya Erdogan di xizmeta nijdapersitîya tirkan de ye, çawa sultanên berî wî dîn ji xwe re bo dagîrkirina welatên îsalmî kirin; her kuştin, talan û kavilî li şûna xwe hêştin, niha jî Erdogan li ser rêçên wan diçe.

Kî ji kurdan dengê bide Erdogan, ew dengê xwe dide kuştin û qirkirina kurdan. „Şaşbibin“, dengên xwe bidin partîyên kurdan.

Bonn, 13.6.2018

Dr. phil Husên Hebeş

Efrîn û canberê bi mirov hatîye navandin /Afrin und das Lebewesen, das Mensch genannt wurde

Amadekirina vê berhemê bi kurdî elmanî, bi kurdî îngilîzî hema gihêştîye qonaxa dawiyê. Ewê wek du berhem bêne çapkirin, bi hêvîya ku bi kêmçewtî di hizêrana 2018 de bigîhnin destên xwandevanan. Hunermendê mezin Yehya Silo hema ji kufkî dil berg afirandine. Eger kurd di her warekî de bi dilînî bi hev re bixebitin, erdûesman wê ji me kurdan re tulquziyan vedin; ne Kerkûk wê firotî bimîne û ne jî Efrîna dagîrkirî di nav lepên kolonyalîstên tirk û hevalbendên wanî îsalmîstên faşist de.

 

 

 

 

 

Ziryab *

Your singing glitters in the light

in the calm waves of the sea

your singing moves the natural drought

and the treetops of San Jose

With your voice

the tired birds will wake up

and the chicks are livestocked

Come from Cordoba from history

take part in your Kurdish dance

do a Botanical dance

sing a love-song for young and old

so that the distant rain

will visit this town

show the environment

as the wind dances with us

when it hears your melody

Come meet your relatives

here in Andalusia

San Jose, 9.10.2016

 

  • Ziryab (789 – 857) was a singer, musician, poet. He was born in Kurdistan (Cizira) according to Kurdish and Persian sources, then he lived in Iraq, North Africa and his last abode was Andalusia (Cordoba). In the 9th century Ziryab is considered to be the key figure of Andalusian music and culture.