Kurzmitteilungen

Dengên xwe medin kuştina kurdan!

 

Dengên xwe medin kuştina kurdan!

Bo R. T. Erdogan çend dengan ji nijdaperistên tirkan werbigire propegenda bi kuştina kurdan dike, cudahî tune ye, kurd li kuderê bin, ya sereke ji wî re her nehêştina kurda ye.

Bo kurdina li Bakûr û li Tirkîyê bi ser xwe ve bîne, propegenda islamtîyê dike. Îslamîya Erdogan di xizmeta nijdapersitîya tirkan de ye, çawa sultanên berî wî dîn ji xwe re bo dagîrkirina welatên îsalmî kirin; her kuştin, talan û kavilî li şûna xwe hêştin, niha jî Erdogan li ser rêçên wan diçe.

Kî ji kurdan dengê bide Erdogan, ew dengê xwe dide kuştin û qirkirina kurdan. „Şaşbibin“, dengên xwe bidin partîyên kurdan.

Bonn, 13.6.2018

Dr. phil Husên Hebeş

Advertisements

Bere bere ber bi Manî (216-277) de

Ez ji kê re ji başûriyên mera dabaşa lêkolînên me liser minhoyên (têkstên) Manî bi zimanê parthî dikim yekser vê malka helbestvanê mezin Nalî (1800 – 1856) liezber dibêjin:

nûkî xamey min ke bête me̕ na arayî kemal

xeṯ be xeṯ îzharî neqşî sûretî Manî deka. (Dîwanî Nalî, Muderês û.., r.103, Dîwanî Nalî, M. Xeznedar, r. 56, 356.)

Manî bi wî şêwayî wek wênekêş, neqaş di berhemên pir klasîkên kurdên din de jî hatiye, weha Mela Husêynê Bateyî jî nimadike:

Nezer da xaneya Çînê

Ji Manî neqş û timsal in. (M.H. Bateyî, amadekirina A. Sadinî, r. 166.)

We diyardibe ku aliyine dine kesayetiya Manî, çawa fîlosof, xwediyê dînekî nû, helbestvan û … dibe behra me, lê li vir ez vegerim ser malka lijor hatî.

Bo amadekirina ferhenga Êtymologî kurdî-elmanî (jikuhatina peyvên kurdî) peyva “ara” ji min re balkêş bû. Di ferhengên kurdî de ez lê geryam û ew weha hatiye: ara  1 pêwendiya dostayetî û nasînê di navbera du kesan de, ew bi hev re ne ara ne,  2 hezkirin li xwarinvexwarin an liher tiştekî din, 3 navber, navbeyn, mabên. Di  Ferhenga QZ r. 11-12 hinekê liser jikuhatina wê tê axaftin. 4, cihê jîyîna hertimî. FHb, r. 3. 5 tepel, lûtke, Spitze, ev raveya me ye ligor vê malka Nalî: nûkî xamey min ke bête me̕ na ~yî kemal / xeṯ be xeṯ îzharî neqşî sûretî Manî deka. DNM, r. 103. (ji destnivîsa ferhenga Êtymologî kurdî-elmanî jikuhatina peyvên kurdî, Husên Hebeş & Sebastian Heine.) Min weha ev peyva amadekir û pêşniyazî Sebastian kir, ku di ferhengên dine zimanên îranî û xasma yên bakurarojavyî û senskrîtî de temaşebikin, wî got, serê xwe bêtir bi wê re meyşîne; ew ne peyveke arî ye, ew ji zimanên tirkî ketiye nav kurdî û weha nivisî: Lehnwort aus dem Türkischen, vgl. atürk. Ara, uzbek. Ara, türk.

Di jêderên kurdî de ewên li ber destên me ne, me nedît, ku tukesî jikuhatina wê diyarkiribe, lê bêjeya ara cihê xwe di kurdî de rind girtiye, bûye peyveke kurdanî û ew mebesta klasîkên me jî bûye.

Bonn, 17.2.2014

Husên Hebeş