Rojbûna Celadet Bedirxan (26.04.1893 – 15.07. 1951)

Rojbûna Celadet Bedirxan (26.04.1883  –  15.07.1951)

Îro rojbûna mîrê zanînê Celadet Bedirxan e. Xemxurê çanda kurdî û yek ji zeverên pêşdabirin û dewlemendkirina wê rêzdar Konê Reş îro ji min re kopiya nasnameya C. Bedirxan bi rêya Meta  (Facebook) şand. Ew belgeheke fermî (resmî) ye, tê de rojbûna Bavê Cemşîd û Sînemê hatiye, ku ew roja 26ê nîsana 1893 ye. Vê mêjûyê arîşeyeke (kêşe, problem) mezin ji min re çareserkir, ku ji ez ji sala 1981ê de lêdigerim.

Dema min dest bi lêkolîna xwe ya doktora li ser kovara Hawarê li zanîngeha Lomonosov li Mosko di sala 1980 de destpêkir, min çi jêder bi cuda zimanan li ser jînenigariya C. Bedirxan dixwand, her sala bûyînê 1897 hatibû nivisîn, ev yeka dihate dubarekirin ji Eladîn Sicadî , Mensûr Şelîta , Yosêf Melek de bigire ta digîhne Hemreş Reşo, ku wî agahiyên kurte jînigariya mîr Celadet ji hevjîna wî banû Rewşenê wergitiye, çawa ew di pêşgotina ji nû ve belavkirina hejmarên Hawarê 24-57 dinivîse.

Her Sadiq Behadîn di benda xwe ye portrêtî li ser “Celadet Bedirxan“ nivisêye, ku li serê nîsana 1893an ji deya xwe bûye, lê ew sala nehatiye belgehandin ji aliyê nivesvan de.

Xwediyê Hawarê di sê minhoyan de dabaşa jiyana xwe di kovarê de dike, berhema tevî giring ji wana li gor dîtina min „Were dotmam“) /Hawar, 18.tebaxê 1935/ ew benda di 18. Îlona 1934 de li Şamê hatiye nivisîn. Di wir de ew dibêje, di derxika canê min de çil bihar bişkivîne.  Piştî lêhûrbûnê li wê nivîsê ji min re dixuye, ku ew 1894 bûye. Tê bîra min, ku apê Qanatê Kurdo – serkarê min – jî pir şabû bi wê lêkolînê *.

Ji îro de ti dililî li cem min nema li ser sala bûyîna Celadet Bedirxan a rastir endamê malbata min yê rûmetdar  û li gel ew mezinên kurd û yên din li vê dunyayê bi berhemên xwe  jiyanê li pêş min ronahîtir dikin û cuda asoyên hunerî û zanistiyê  li pêş min ferehdikin.

Herweha ez dehrim rûyê dilsozê kurd yê resen Konê Reş di vê serdemê de, ku resenatî jar dibe .

Cejna rojbûna Celadet Bedirxan li gelê kurd pîroz be. Ew kesê mezinên xwe nenase, berhemên wan bi kurdî nexwîne, nikane bergiriyê li xwe û li gelê xwe bike, ew ji aliyên rewanî û derûnî de nîvpûç in, ew zû isparde û hindadibin. Mixabin ew bê rêç dicin, jiyîn û mirina wan wek hev e.

26.4.2024

Husên Hebeş

  • Bona bêtir zanînê binhêrin lêkolîna min ya bi sernavê „Raperîna Çanda Kurdî di Kovara Hawarê de“, ev yekemîn lêkolîna doktora ye di dîroka rojnamevaniya kurdî de, ku li ser wê tîtila  PhD. Doktorê fîlosofiyê di zanstiyên fîlolojiyê de hatiye wergirtin. Ta niha ew sê caran çapbûye û li ser daxwazên xwandevanê master û doktora ji Bakurê Kurdistanê min ew bi PDF jî di www.drhabasch.wordpress.com belavkir.