Ferhengvanî -1-

Peyva zeraq

Cara yekê min peyva zeraq di berhema „Çîrokên Mala Zalê“ de xwand, ew weha hatiye nivisîn: serê sibê rojê zeraqên xwe daye, Sîmira perê xwe daye… r. 39. Ez weha têgihîştim, ku ew tîrêj e, jiberku zeraq wek gelejmar tomar bûye. Eger mera bêjeyên folklor ên di hevokan de wek xwe hatine binivîse, mera ji mêtoda ferhengvaniyê derdikeve û karê mera ji aliyê rêzimanî tevlî hev dibe, divê ferhengvan wan berheman li gor rênimayên rêzmanî yên îroyîn binivîse, lema jî wek jêder ez wan weha dinivîsim, ango binêre (bn.) jêder û rûpelê..

Lê di komkirin û nivisîna folklorê (f.) de, ango berhemvaniya devkiye gelêrî (bdg) mafê tu kesî tuneye guhartinan tê de bike, divê ew çawa bi kurdî tê bilêvkirin, weha jî bê çapkirin, ew yeka pir giring e û arîkariyê dide lêgervanên zimên, taku bê zanîn ew berhema ya çi deverê ye, weha ziman dewlemend dibe û rêya xweye zanstiyê rast werdigire.

Min îro 21.11.2023 wateya zeraq li gor bersiva hêja Incil Selcûk ji min re di Meta de nivisiye guhart û jê re ciyoka tavzerk danî û ew weha di destnivîsa Ferhenga Hogir de hatiye:

zeraq    tavzerk, dema tav nû derdikeve hinekê zerik e, hîn rind zer ne bûye, zeraqa tavê daye çiyayê Kawîsê. Û em li Uzîmê ne. Incil Selçuk, Meta 21.11.2023, serê sibê rojê ~a  xwe daye, sîmiran perên xwe berdane, bin. ÇMZ. 39

21.11.2023

husseinhabasch@gmx.de