Ferhenga Christian Bartholomae Atliranisches Wörterbuch

Altiranisches Wörterbuch (AiW) giringtirînn ferheng e bona zanîn û ravekirina berhema Pîroz Avesta. Çapa yekê di sala 1904 li Strassburg, Verlag von Karl J. Trübner û çapa min bikaraniye bona wergera Gatha ya sala 1979 ye, Walter de Gruyter. Berlin. New York.

Di vê Ferhenghevala ji 1999 rûpelan, mixabin min tenê peyveke kurdî dît û di nav rûpelên wê hevalê de min ferhengokek ji peyvên kurdî û avestayî re amadekir, lê her ji Helbestesirûdên Gatha, min hîn dest bi Avestaya Ciwan  (Jung Avesta) nekirî.

Roja 11.12.2008 min ferhenga ji nirxdariyê nirxtir bi 255, 00 Euroyan kirî, di 23.11.2011 û ta konferansa „Eighth European Conference of Iranian Studies, 15 – 19, 2015 St. Petersurg, Russia“ min ew bi karneanî, di wan salan de gava dostê min î giranbiha Dr. Sebastian Heine û ez bi Êtymolojiya kurdî ve û hinekê bi wergera Gatha ve mijûldibûn Sebastian di Aiw de li raveya peyvan digerî, ez jî di ferhengên kurdî de.

Ji 1.7.2020 ta 6.2.2024 de, xebata min li ser wergera Gatha, hema bibêjim bê navbir bû, di van salan de min rûperlên wê diqulibandin ta hin rojan masolkên piyên min dêşan, min nikanî ew rind bilivandina, lê wê pir cefa bi bi min re dît, rengê wê xeriqî, tevî ku min ew bi neyloneke zelqokî pêça bû û hinek reş bûye li ser maseya sipînû.

Îro 16.2.2024 min li nihêrî, dilê min pê şewitî, wey şeydaberhem! Em bûne hevşeyda.

Husên Hebeş

husseinhabasch@gmx.de