Erê, em lawê cotyêr in

Cotiyarê di navê hemêza siruştê de hate dunyayê û wefadar bû jê re, ji darên zêtwînê û binvedanê, ji darên mêwê û bwîdekkirinê re, ji cotajotinê re tevahiya jiyana xwe, wefadar bû jê re taku bêhnkêşa dawyê di baweşa (hemêz) dêsiruştê de.

We hemiyan zanî bavo çi roj, salê  em bi cihhêştin, lê min nizanî, ku wî xatirê xwe xwast û birêket. Havîna 1983a min kincine zivistanî kirin çentê xwe û min got ev diyarî ne bo bavo, jiberku zivistanê tim sermê xwe lê dipêça. Gêlasê di nav gotinan re got çentî xwe giran meke, emê payîzê jê re bişînin…

Min nizanî ew çima weha dibêjê, min digot niha dema cercerê ye, ezê herin li ser bêderê bibînim, destan maçkim û sêp bi melêbê bikim ber cercerê…

Li Helebê dostê min Munîrê Hesen Kêfo ji gundê Hallîlê ji min got … û ez bûm sapê cercerê…

Bonn, 23.2.2024

Darên behîvê berên xwe dişewitînin

Bo bavo

Hespê merman

Şemo peyakir

guvîna bayê tebaxî

ji sing û berê çîyan

serxwerkirî berv ê hat

dwîrhatî li bindaroka zêtwînê

bi bêdengîyeke kwîr diqijilîne

Çi rûdayî

çima weha cercer ji xweserê

di ser sîtav û hişên merîyan re

digere dihêre

Şînoyê cercervan te çi lê kir

tema ji namotîyê mizgînek

jê re şandine

ew kuda çû

Li berjêr û berjorên bîrkirinê

ew bi rêket

di rêya çiqirên qiracê sicirî re

ew vegerî

di berwarên zaroktîyê re

wek kahrekî têr şîrxwarî

ew hildipekî

Lê dipirsî

kanî zêw

kanî vexwandî

çi girdav bi ser cercervanê

bavînî de hat

Darên behîvê yên bavo çandibûn

berên xwe bi keseran dişewitînin

Mêwên wî bi xwîhdanê avdabûn

serxweşîyê li hev dikin

bi ser hev de dilorînin

6.2.1996

sîtav: xeyal, şebeh, zêw: teklifa mezin, girdav: bobelat, bêtar