Rojbûna Celadet Bedirxan (26.04.1893 – 15.07. 1951)

Rojbûna Celadet Bedirxan (26.04.1883  –  15.07.1951)

Îro rojbûna mîrê zanînê Celadet Bedirxan e. Xemxurê çanda kurdî û yek ji zeverên pêşdabirin û dewlemendkirina wê rêzdar Konê Reş îro ji min re kopiya nasnameya C. Bedirxan bi rêya Meta  (Facebook) şand. Ew belgeheke fermî (resmî) ye, tê de rojbûna Bavê Cemşîd û Sînemê hatiye, ku ew roja 26ê nîsana 1893 ye. Vê mêjûyê arîşeyeke (kêşe, problem) mezin ji min re çareserkir, ku ji ez ji sala 1981ê de lêdigerim.

Dema min dest bi lêkolîna xwe ya doktora li ser kovara Hawarê li zanîngeha Lomonosov li Mosko di sala 1980 de destpêkir, min çi jêder bi cuda zimanan li ser jînenigariya C. Bedirxan dixwand, her sala bûyînê 1897 hatibû nivisîn, ev yeka dihate dubarekirin ji Eladîn Sicadî , Mensûr Şelîta , Yosêf Melek de bigire ta digîhne Hemreş Reşo, ku wî agahiyên kurte jînigariya mîr Celadet ji hevjîna wî banû Rewşenê wergitiye, çawa ew di pêşgotina ji nû ve belavkirina hejmarên Hawarê 24-57 dinivîse.

Her Sadiq Behadîn di benda xwe ye portrêtî li ser “Celadet Bedirxan“ nivisêye, ku li serê nîsana 1893an ji deya xwe bûye, lê ew sala nehatiye belgehandin ji aliyê nivesvan de.

Xwediyê Hawarê di sê minhoyan de dabaşa jiyana xwe di kovarê de dike, berhema tevî giring ji wana li gor dîtina min „Were dotmam“) /Hawar, 18.tebaxê 1935/ ew benda di 18. Îlona 1934 de li Şamê hatiye nivisîn. Di wir de ew dibêje, di derxika canê min de çil bihar bişkivîne.  Piştî lêhûrbûnê li wê nivîsê ji min re dixuye, ku ew 1894 bûye. Tê bîra min, ku apê Qanatê Kurdo – serkarê min – jî pir şabû bi wê lêkolînê *.

Ji îro de ti dililî li cem min nema li ser sala bûyîna Celadet Bedirxan a rastir endamê malbata min yê rûmetdar  û li gel ew mezinên kurd û yên din li vê dunyayê bi berhemên xwe  jiyanê li pêş min ronahîtir dikin û cuda asoyên hunerî û zanistiyê  li pêş min ferehdikin.

Herweha ez dehrim rûyê dilsozê kurd yê resen Konê Reş di vê serdemê de, ku resenatî jar dibe .

Cejna rojbûna Celadet Bedirxan li gelê kurd pîroz be. Ew kesê mezinên xwe nenase, berhemên wan bi kurdî nexwîne, nikane bergiriyê li xwe û li gelê xwe bike, ew ji aliyên rewanî û derûnî de nîvpûç in, ew zû isparde û hindadibin. Mixabin ew bê rêç dicin, jiyîn û mirina wan wek hev e.

26.4.2024

Husên Hebeş

  • Bona bêtir zanînê binhêrin lêkolîna min ya bi sernavê „Raperîna Çanda Kurdî di Kovara Hawarê de“, ev yekemîn lêkolîna doktora ye di dîroka rojnamevaniya kurdî de, ku li ser wê tîtila  PhD. Doktorê fîlosofiyê di zanstiyên fîlolojiyê de hatiye wergirtin. Ta niha ew sê caran çapbûye û li ser daxwazên xwandevanê master û doktora ji Bakurê Kurdistanê min ew bi PDF jî di www.drhabasch.wordpress.com belavkir.

Erê, em lawê cotyêr in

Cotiyarê di navê hemêza siruştê de hate dunyayê û wefadar bû jê re, ji darên zêtwînê û binvedanê, ji darên mêwê û bwîdekkirinê re, ji cotajotinê re tevahiya jiyana xwe, wefadar bû jê re taku bêhnkêşa dawyê di baweşa (hemêz) dêsiruştê de.

We hemiyan zanî bavo çi roj, salê  em bi cihhêştin, lê min nizanî, ku wî xatirê xwe xwast û birêket. Havîna 1983a min kincine zivistanî kirin çentê xwe û min got ev diyarî ne bo bavo, jiberku zivistanê tim sermê xwe lê dipêça. Gêlasê di nav gotinan re got çentî xwe giran meke, emê payîzê jê re bişînin…

Min nizanî ew çima weha dibêjê, min digot niha dema cercerê ye, ezê herin li ser bêderê bibînim, destan maçkim û sêp bi melêbê bikim ber cercerê…

Li Helebê dostê min Munîrê Hesen Kêfo ji gundê Hallîlê ji min got … û ez bûm sapê cercerê…

Bonn, 23.2.2024

Darên behîvê berên xwe dişewitînin

Bo bavo

Hespê merman

Şemo peyakir

guvîna bayê tebaxî

ji sing û berê çîyan

serxwerkirî berv ê hat

dwîrhatî li bindaroka zêtwînê

bi bêdengîyeke kwîr diqijilîne

Çi rûdayî

çima weha cercer ji xweserê

di ser sîtav û hişên merîyan re

digere dihêre

Şînoyê cercervan te çi lê kir

tema ji namotîyê mizgînek

jê re şandine

ew kuda çû

Li berjêr û berjorên bîrkirinê

ew bi rêket

di rêya çiqirên qiracê sicirî re

ew vegerî

di berwarên zaroktîyê re

wek kahrekî têr şîrxwarî

ew hildipekî

Lê dipirsî

kanî zêw

kanî vexwandî

çi girdav bi ser cercervanê

bavînî de hat

Darên behîvê yên bavo çandibûn

berên xwe bi keseran dişewitînin

Mêwên wî bi xwîhdanê avdabûn

serxweşîyê li hev dikin

bi ser hev de dilorînin

6.2.1996

sîtav: xeyal, şebeh, zêw: teklifa mezin, girdav: bobelat, bêtar

Ferhenga Christian Bartholomae Atliranisches Wörterbuch

Altiranisches Wörterbuch (AiW) giringtirînn ferheng e bona zanîn û ravekirina berhema Pîroz Avesta. Çapa yekê di sala 1904 li Strassburg, Verlag von Karl J. Trübner û çapa min bikaraniye bona wergera Gatha ya sala 1979 ye, Walter de Gruyter. Berlin. New York.

Di vê Ferhenghevala ji 1999 rûpelan, mixabin min tenê peyveke kurdî dît û di nav rûpelên wê hevalê de min ferhengokek ji peyvên kurdî û avestayî re amadekir, lê her ji Helbestesirûdên Gatha, min hîn dest bi Avestaya Ciwan  (Jung Avesta) nekirî.

Roja 11.12.2008 min ferhenga ji nirxdariyê nirxtir bi 255, 00 Euroyan kirî, di 23.11.2011 û ta konferansa „Eighth European Conference of Iranian Studies, 15 – 19, 2015 St. Petersurg, Russia“ min ew bi karneanî, di wan salan de gava dostê min î giranbiha Dr. Sebastian Heine û ez bi Êtymolojiya kurdî ve û hinekê bi wergera Gatha ve mijûldibûn Sebastian di Aiw de li raveya peyvan digerî, ez jî di ferhengên kurdî de.

Ji 1.7.2020 ta 6.2.2024 de, xebata min li ser wergera Gatha, hema bibêjim bê navbir bû, di van salan de min rûperlên wê diqulibandin ta hin rojan masolkên piyên min dêşan, min nikanî ew rind bilivandina, lê wê pir cefa bi bi min re dît, rengê wê xeriqî, tevî ku min ew bi neyloneke zelqokî pêça bû û hinek reş bûye li ser maseya sipînû.

Îro 16.2.2024 min li nihêrî, dilê min pê şewitî, wey şeydaberhem! Em bûne hevşeyda.

Husên Hebeş

husseinhabasch@gmx.de

What Have You Done to Them?

Don’t linger behind the phrases of shame

behind the blame

you have thrown God ’s creation

into the wrath of the tsunami

killed them.

On the edges of the abyss

behind trees and rocks

they fell safe

You sent them the sotn-hail

they had to save themselves

in their Blood.

Where could they flee to

God’s children

which globe could hold their lives?

Hussein Habasch

From „Bridging the Waters 111

Co-Published by Korean Expartriate Literature

& Cross-Cultural Communications,

Seoul, Korea & New York, 2020

Ferhengvanî 2

Du peyvên hevalcêwî

pêçikim ê pêşkim

di zimanê kurdî de

Helbestvan, romannivîs û roşenbîrê nûxwaz Merwan Berekat herdu hevalcêwiyên di sernivîsê de hatine rast ravekirine, – binihêre /bn/ wê nivîsê, çawa paşko di dawya vê şîkirinê /enalîz/ de – û xwandina wî karî plana min di roja 15.12.2023 de guhart, jiberku ew roja vehesa min bû. Diho min wergera Yasna 50î temamkir û min çend lêkolîn li ser pênasîna ’Stier der Tage, vom Frühlicht’ „Gayê rojan di zeraqê /tavzerk/ de„ bn. nivîsa “Ferhengvanî 1,Peyva zeraq” di www.drhabasch.wordpress.com de. (zeraq di Ferhenga Taha  Mezher Mayî de, /FMa/, zereq hatiye nivisîn, bn r. 651)

Ez li vir dixwazim hevalcêwîtiya wan şîbikim û jikuhatina wan binimînim:

Peyva pêçikim ê lêkerekî hevedudanî dijware, pê- ji bi+wî/wê hatiye, b-dibe p  ji wî/wê her -ê dimîne, ango pê-. Ê  li vir cînavê /pronav/ kesa sisiyê /Anàpher/ û ew dibe pêşgirê dijwar /pd/, dikeve pêş raderan, pêrabûn, pêketin û bêjeyine nû peydadibin, zimanzanê kurd yê navdar, Çerkes Bakaêv, xwediyê pir lêkolînên giranbiha li ser zimanê kurdî, pd bitenê dinivîse, wek pê rabûn, pê ketin, pê kenîn, bn. (ЧБ,  c. 263)

Wateya pêçikm ’ti karê min bi wî/wê tine ye’

Ç  cînavê pirsyarkî ye.

K  reha dema niha /rdn/ ya lêkerê  kirin e

Im  cînavê kesa/ê yekê yê lêkerê bûn, ez im

Ê   cînavê kesa/ê, tiştê sisiyê ye

Û çawa /pd/ nû di zimanê kurdî de

Pêşkim ê jî herweha li ser prînsîpa pêçikim ê hatiye afirandin, lê divê fonêmên ç û ş bêne zelalkirin.

Dengê č  ya Ariya Kevn  (Îraniya kevn û îndoariya kevn) ji k – êya Îndogêrmaniya kevn peydabûye, (ALF, S. 31), Rastorgûyêva jî nivisîye, ku  dengên gelemper ên îranî *ç, *c di zimanê îranî kevn de ji *k, *g -yên Îndogermaniya kevn peydabûne (û dengên piştgewriyî û pêşgewriyî yên îndoewropî tevî xwe kirin). Di zimanê farsya kevn /fk/ û mîdiya kevn /mk/ de *ç wek xwe bê guhartin dimîne (59 РФ, с. 59).

*ç di destpêka bêjeyê de di zimanê parthî ciyê xwe diparêze, lê eger dengdar di nav bêjeyê de be, çawa di parthî de, ç bûye j (ç > j)û di koma ziman û diyalêktên îranî nû yên bakuriya rojavayî de, ew têguhartin, ç > c, û di hin peyvên kurdî de ç dibe ş, (ç > ş) bn., (РФ, с.196) çawa di herdu hevalcêwêyên di sernivîsê de hatine.

Weha Hevalcêwîtiya pêçikm û pêşkim bi *ç û *ş  peydabûye.

Dengê *s di zimanên îndogêrmaniya kevn de piştî i-, u- û k- di ariya kevn de bûye ş, bn. (ALF, S. 31)

Awaya /metod/ bejejesaziya /derivation/ pêçikim ê (êxomaliya navçeya lê peydabûye dinimîne, li vir navçeya Efrînê ta Serxetê, ku digîhne Entabê)û bêjeyênmîna wê neologizmê di zanstiya zimanzaniyê dewlemend dike. Teşeniya /afirandina/ pêçikim desteketineke neteweyî nayab e, ew şanaziya bîra gelerî kurdî ye.

15./18. 12.2023

Husên Hebeş

husseinhabasch@gmx .de

Jêder:

Bona vê lêgerînê min li jêderên kurdî, elmanî û rûsî bikaranîn, lê yên serekîn ev in

  1. (ЧБ) Ч. Х. Бакауев  Язык курдов СССР, Изд. „Наука“, Москва 1973
  2. (ALF) Karl Hoffmann & Bernhard Forssman  Avestische Laut-und Flexionslehre, Innsbruck 1996
  3. (РФ) В.С. Расторгуева  Сравнительно-историческая грамматика западноиранских языков   Фонология, Москва „Наука“ 1990
  4. pd  pêşgira dijwar
  5. S. c. rûpel bi elmanî û rûsî

Paşkoya nivîsa hêja Merwan Berekat Merwan Berekat Ji Meta 15.12.2023

Peyva PÊÇIKIM

Peyva „pêçikim“ê, di devoka Efrînê de pir bi kar tê. Bi du şêweyan dilêvînin „pêçikim, pêşkim““.

Berî du rojan dostekî min ji herêma Qmîşlo ji min pirsî: We Efrîniya peyva „pêçikim“ê, ji çi zimanî biriye û wateya wê çi ye?

Ez destpêkê ji pirsa wî hinekî seyr mam! Lê min bersiva wî da.

Peyva „pêçikim“ê, peyveke kurdî û resen e. Pêşiyên me hevoka „Ez pê çi bikim?“ Ango çî min jê ye? Bi peyva „pêcikim“ê kurt kirine. Li hin gundên Efrînê tîpa dengdar ç“ê, ya nerm bi tîpa dengdar „ş“ ê diguhêrin û „pêşkim“ dilêvînin/bi lêv dikin.

Bikaranîna peyva „pêçikim“ê:

Dema kesek ji kesekî din re bibêje: Gurgîn û birakê xwe şer kirin.

Yê din dibêje: Pêçikim/pêşkim.

Ev biwêjek li Efrînê tê gotin:

– Î TIM BIBÊ PÊÇIKIM PÊÇIKIM, EZ DÛVÊ KERÊ DI DÊV KIM.

Tawanên Kolonyalîstên tirkan li Efrîna dagîrkirî

Ji 18.3.2018 de Efrîna biheşt ji aliya deselata Tirkiyê ya koloniyalîs û rêxistinên îslamî erdoganî ve hatiye dagirkirin. Di vana salan de sîstêma hovîtiyê li navçeyê tê bi rê ve birin; kurdan dikujin, malhebûna wan talandikin û anîna îsalmîstên dujmirov û bi cihwarkirina wan li herêma Efrînê berdewam e.

Karbidestên Tirkiyê xwe nîşandidin, ku ew dijminên tev mezin in ji kurdan re, ji wan re, çawa ew bi xwe dibêjin: „Kurdên rind ên mirî ne“. Li gor vê gotiyê bi dîtina kelîja tirkî divê tu kurdên jîndar nemîn.

Vê beyaniyê berî ez dest bi karê xweyî rojane bikim, min li vê tawanê sêrkir, ku çawa darên zêtwînê yêb pîroz dibirin û hildikin ta bin li Tirkiyê biçînin.

13.12.2013

Husên Hebeş

Êtîmolojî (Etymologie)

Peyva  duj, duş

duş- û duj- di Avesta de yekwateyî ye, ew weha hatine: j., g, p dušᵒ 1), j., g. dužᵒ 1 ) – adv. (hoker) , nur KompA. 2) (am) Kompositionasnfang (di destpêka lihavanîna peyvê de), ’miss-, übel, schlecht, böse’(xerap, nerind, neqenc, şerwîd) û yên rûsî, di îndiya kevin de, ai. (alt indisch) duşᵒ, durᵒ, di fn. wek di Avestade hatiye.

Ez pir di wergera Gatha de li wateya peyvên elmanî yên li jor hatine û yên rûsî, зло, злоба  di kurdî de gerîm, min nexwast bêjeyên, xerap, neqenc, nerind bikarbînim.

Roja 27.11.2023 ez li lîstên peyvên nû, yên kêm bikartên û nepirnas ji min re, yên di erşîva xwe de geryam, ez rastî peyva dûje(h) a min roja 26.11.2017 nivisîbû hatim, ew di FK (Ferhenga Kurdo, kurdî-rûsî, r.229) bi wateya 1зло’  şeṟ 2 ’ад’  dozex, cehenem). Di FC2, (Ferheng Cigerxwîn 2, r.97,98) de doj, dojeh bi wateya dozex,cehenem e.

Ez pir şabûm, ku min wateyek ji peyva übel û зло re dîtin, ango duje- çawa di Avesta de tomarbû ye.

Bi şabûneke mezin ez niha duje bi wateya xweye avestayî û çawa di kurdî jî hatiye vedijînim û di wergera Gatha de bikartînim.

dušᵒ 1), j., dužᵒ 1) di Avesta de wek pêşgir- bikarhatiye, hema bo nimûne çend peyv: g. dušitay- f. ’übles Wohnen sva. Elend, Ünglück’ di Yasna 31.18. duš.xratav- 1) m. ’šchlechte Absicht, übler Wille’ AiW, r. 752

j. dužyāirya- Adj. ’ein schlechtes Jahr, Misswachs bringend’ Yt.8.51, r. 759

j.,g. ’duž-vačah- Adj. ’des Reden übel ist’. Y.49.10, AiW, r. 759

De bila peyva ’dujegotin’ ya mezinê mezinan Zerdoşt bibe rastiya sala 2023an.  

Lassen sie das Wort „Dujegotin“ ’übles Wort’ des großen Zara𝜃uštra die Realität des Jahres 2023 sein.

30.11.2023

Hussein Habasch

Ferhengvanî -1-

Peyva zeraq

Cara yekê min peyva zeraq di berhema „Çîrokên Mala Zalê“ de xwand, ew weha hatiye nivisîn: serê sibê rojê zeraqên xwe daye, Sîmira perê xwe daye… r. 39. Ez weha têgihîştim, ku ew tîrêj e, jiberku zeraq wek gelejmar tomar bûye. Eger mera bêjeyên folklor ên di hevokan de wek xwe hatine binivîse, mera ji mêtoda ferhengvaniyê derdikeve û karê mera ji aliyê rêzimanî tevlî hev dibe, divê ferhengvan wan berheman li gor rênimayên rêzmanî yên îroyîn binivîse, lema jî wek jêder ez wan weha dinivîsim, ango binêre (bn.) jêder û rûpelê..

Lê di komkirin û nivisîna folklorê (f.) de, ango berhemvaniya devkiye gelêrî (bdg) mafê tu kesî tuneye guhartinan tê de bike, divê ew çawa bi kurdî tê bilêvkirin, weha jî bê çapkirin, ew yeka pir giring e û arîkariyê dide lêgervanên zimên, taku bê zanîn ew berhema ya çi deverê ye, weha ziman dewlemend dibe û rêya xweye zanstiyê rast werdigire.

Min îro 21.11.2023 wateya zeraq li gor bersiva hêja Incil Selcûk ji min re di Meta de nivisiye guhart û jê re ciyoka tavzerk danî û ew weha di destnivîsa Ferhenga Hogir de hatiye:

zeraq    tavzerk, dema tav nû derdikeve hinekê zerik e, hîn rind zer ne bûye, zeraqa tavê daye çiyayê Kawîsê. Û em li Uzîmê ne. Incil Selçuk, Meta 21.11.2023, serê sibê rojê ~a  xwe daye, sîmiran perên xwe berdane, bin. ÇMZ. 39

21.11.2023

husseinhabasch@gmx.de

Êtîmolojiya Meze

(Hema bilez jikuhatina peyva meze)

meze    xwarina di ber şeraba alkogolî re datînin, teku mey rind biçe xwarê.  Meze ciyê xwe di zimanê kurdî de jî girtiye, helbestvanê kurdî navdar Hamêd Bedirxan carna digot, hevjîna min meze pirxweş çêdike, Di ac (avesta ciwan, jung Avesta) de ma𝛿av- navdêr, bk (bi lêvkirina kurdî) medev ango ذ ’(Wein uzw.) Beerewein. AiW, 1114